YPJ'ê şervana xwe Anna Campbell (Hêlîn) bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê destnîşan kir ku şervana wan Anna Campbell (Hêlîn) ji bo li dijî faşîzmê têbikoşe berê xwe da Efrînê û got, "Em soz didin şehîdên xwe ku em ê azadiyê diyarî gelan, serketinê jî diyarî jinan bikin."

Fermandariya Biryargeha Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya şehadeta şervana xwe ya Îngilîz Anna Campbell (Hêlîn) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin li ser xaka Rojava li dijî faşîzma ku dijminê mirovahiyê de têkoşîneke enternasyonal tê meşandin û hate gotin, "Li ser vê bingehê ji roja ku Şoreşa Rojava dest pê kiriye û heya vê kêliyê bi sedan jinên Enternasyonal beşdarî nava refên YPJ'ê bûn û di şerê dijî faşîzmê de li eniyên herî pêş şer kirin."

Fermandariyê ragihand ku hevrêya wan Hêlîn Qereçox ya ku ji pêkhateya  Brîtanyayê yek ji wan hevrêyan bû û wiha dewam kir: "Hevrê Hêlîn êrîşa li ser Qereçoxê ku 25'ê Nîsana 2017'an de hatibû kirin qebûl nekir û bi navê Hêlîn Qereçox beşdarî nava têkoşîna gelan bû. Soza tolhildana şehîdan da û bi ti awayî gavekê jî ji vê soza xwe paşde ne avêt. Hevrê Hêlîn bi fedakartiya xwe ya di jiyanê de di dilê gelê Rojava û gelê Bakurê Sûriyeyê de cihê xwe girtibû. Di pêngava Xezeba Firatê de li kêleka gelê Qehreman yê Kurd û Ereb di nava çeperên şer de cihê xwe girt. Di heman demê de sînor şikandin û bi tu awayî ferq cûdahiya netew û ziman nekir."

'TEVLÎBÛNA LI BERXWEDANA EFRÎNÊ JI BO MIN RÛMETA HERÎ MEZIN E'

Fermandariyê ragihand ku piştî dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşa li ser Efrînê kir, hevrêya wan Hêlîn ji bo tevlî berxwedana Efrînê bibe gelekî hewl da û israr kir û got,"Hevrê Hêlîn ji bo êrîşa li ser Efrînê hat kirin ev nirxandin kiribû; 'DAÎŞ tenê rûyekî pergala koletî û faşîzmê ye. Zihniyeta desthilatdaran ti carî nayê guhertin, her demê yek e. Hêzên ku êrîşî Efrînê dikin zihniyeta wan û ya DAÎŞ'ê heman zîhniyet e. Li hember hevrêyên me duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê heye. Li dijî vê artêşê şer û fedekariyekî mezin tê kirin. Dijminê ku li pêşberî me ye ji yê her demê mezintir e li kêleka şervanê Qehreman li hemberî vî dijminî şer kirin ji bona min rûmeta herî mezine…"

BI BÎR Û BAWERIYA 'JI BO AZADIYÊ BERDÊL DIVÊ' BERÊ XWE DA EFRÎNÊ

Fermandariya YPJ'ê destnîşan kir ku Hêlîn Qereçox ji bo li kêleka hevalên xwe be û li hemberî dijmin şer bike xwedî biryardariyekî mezin bû û got, "Bi vê biryara xwe ya serketin bi dest xistin û fikra wê ya 'Azadî bi berdêlên giran ve tê bi dest xistin' gav avêt ser xaka Efrînê. Di çeperên herî pêş de li kêleka hevalên xwe yên têkoşer cîh girt. 15 Adarê di encama şerekî dijwar û êrîşên hovane de bi 3 hevrêyên xwe re beşdarî nav kerwanên şehîdên nemir bû. Heval Hêlîn bi bîr û baweriya xwe ya azadiya gelan heya kêliya dawiyê jiya, bû şopdara Îvana Hoffman."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em wek şervanên YPJ soza tacîdar kirina xeyalên azadiyê yê hevrê Hêlîn didin. Em ê bibin şopdarên têkoşîna ku Şehîdên me mezin û rohnî kirin. Di heman demê de ev jiyana ku di oxira wê de şerê herî mezin tên dayin û canê xwe feda kirin de em ê bi ser bixin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê azadiyê diyarî gelan, serketinê jî diyarî jinan bikin."