‘Hêza helbesta min, gerîla û çiya ne’

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi deng û gotinên xwe hezkirina xwe ya azadî û jiyanê bi her kesekî/ê dan hîskirin. Gerîla Arîn Gelhat jî dema tevlî refên gerîla helbestan dinivîse û wiha dibêje; “Min hêza nivîsandina helbestan ji gerîla û çiyayan girt."

Gerîla, her çiqasî bi şerê xwe, bi têkoşîna xwe, berxwedanên xwe ve tê naskirin ewqasî jî bi wêje û muzîka xwe ve têne naskirin û hezkirin. Gelek gerîlayan hestê  xwe yê ku ji hêza têkoşîna xwe digirin rijandin wêje û muzîkê û hunermendên herî têne naskirin jî dan hesidandin. Gerîlaya YJA-Star’ê Arîn Gelhat yek ji van gerîlayan e ku bi heman hestan dest bi nivîsandina helbestan kiriye.

‘JIYANA GERÎLAYAN JI BO HER TIŞTÎ BES BÛ’

Gerîla Arîn wiha qala hestên xwe dike yên ku di nav gerîla de pêş ketiye; “Min di jiyana xwe de qet helbest nenivîsandibû. Nivîsandina helbestan bala min jî nedikişand. Ez di sala 2014’an de li Amedê tevlî refên gerîla bûm. Piştî ez tevlî gerîla bûm, mêzekirina min a jiyanê, hestê min veguherî. Ji ber min gerîla ji nêz ve nas nedikir. Min jî wek welatparêzekê ji gerîla hez dikir. Min piştre jiyana gerîla, rêhevaltiya wan, fikr û ramanên Rêber Apo nas kir. Di aliyê mêjî û hestê min de jî kûrbûnek ava kir.”

‘HESTÊN MIN Ê BI JIYANA BI WATE DI HELBESTAN DE DERKETIN HOLÊ’

Gerîla Arîn di axaftinê xwe de dibêje hestê min her roj mezin dibûn, min dest bi hestê xwe nivîsandinê kir û berdewam dike; “Ger ku mirovek dibêje ez di çiyayê welatê xwe de şervana azadiyê me, bê guman xwedî hest û ramanê mezin e. Wê demê min jî ev hestê min ê ku mezin dibûn rijande nivîsê. Êdî min wek jineke Kurd ji bo azadiyê têdikoşiyam û jiyana min zêdetir bi wate bibû. Hevalên min ê ku her yek li hev bi nirxtir hebû. Vê jiyanê hêz dida min û kelecana min her roj mezin dibû. Min jî di vê jiyana bi wate de hestên xwe, nêrînên xwe di helbestên xwe de pênase kir.”