Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

YPJ’ê Tekoşîn Botan û Zîlan Cûdî bibîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku fermandarên pêşeng ên YPJ’ê Tekoşîn Botan û Zîlan Cûdî di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûne.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku Fermandarên pêşeng ên YPJ‘ê Tekoşîn Botan û Zîlan Cûdî bi ruhekî fedayî li hemberî her cûre êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şerê parastina mirovahî dan îro bi heman ruh û ferasetê li dijî dagirkeriya deweleta Tirk û çeteyên wê şer kirin û şehîd bûn.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de ev titş diyar kir;

“Berxwedana Serdemê ya li Efrînê dikeve roja xwe ya 56’an. Şerê li dijî dagirkeirya Tirk bi hemû dijwariya xwe didome. Ev 56 roj e ku şervanên YPG, YPJ û QSD li çiyayên Kurmênc berxwedanê dimeşînin îro careke din şervan û fermandarên me serkeftin misoger kirin.

Di hindir vê berxwedanê de gelek şervan û fermandarên ku qehremantiyên dîrokî dane avakirin, jiyan kirin û ji bo gel bûne pêşeng, bûne dilsoz, bûne pêrzvanên xakê û derketin pêş. Rêhevala me Fermandar Tekoşîn Botan ku di şerê li Efrînê, di şerê li hember El Nusra de cih girtiye û di jiyanê de bi fedekarî û dil nimziya xwe ku li pêş bû, her wiha fermandar Zîlan Cûdî ku di şerê li hember DAIŞ‘ê de 2 caran birîndar bûbû û her di eniyên pêş de li gel şervan û rêhevalên xwe kêlî bi kêlî bi rihê berpirsyartiyê, bi rihê fedekarî, hevaltî û rêvebertiyê cihê xwe digirtin. Ji destpêka şoreşa Rojava û heta niha di şer de pêşengtî di asta fermandarî de kirin û li hember DAIŞ, El-Nusra û cihê xwe di nava bi dehan operasyonan de girtin. Herî dawî li hember dagirkeriya dewleta Tirk û El Nusra de berxwedaniyek mezin nîşan dan. Rêheval Tekoşîn Botan, li eniya navçeya Şiyê û Rêheval Zîlan Cûdî li eniya navçeya Şerayê şehîd bûn.

 Rêhevalên me li ser xeta fermandar Rusyar Vejîn û Viyan Tolhildan bi rihê ji jinên ku di dîroka Kurdan de pêşengtî kirin e û di şerê li hember DAIŞ de ristek mezin leyistine beşdarî Berxwedana Serdemê bûn. Bi wê rihê fedaî di nav Yekîneyên Parastina jin de bûne mînakên dil nizimî, coşê, seknên bi vîn û bîrdoziya hevjiyana azad. Rêheval Viyan tevî ku sê caran birîndar bûbû lê bi vîn û cesareta xwe ya ji polayê li gel hevrêya me Rusyar heta şehadetê cihê xwe di berxwedana serdemê de girtin. Fermandarên pêşeng hevrê Zîlan û Tekoşîn weke gelek rêhevalên din çawa bi ruhekî fedayî li hemberî her cûre êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şerê parastina mirovahî dan îro bi heman ruh û ferasetê şerê dewleta Tirk û El Nusra kirin û şehîd bûne. Her du Rêheval bi wê sekin û pêşengtiya xwe di dilê her hevalekê/î de cih girtin. Bi şehadeta her du fermandaran re hêrs, kîn û tolhildana şehîdan hîn bilindtir bû.

Em weke Fermandariya YPJ’ê soza geşkirina têkoşîna her du fermadar û rêhevalan didin û di kesayeta wan de 11 rêhevalên xwe û hemû hevalên şehîd ên ku di oxira parastina axa welat de canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîrtînin û sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê, gelê Bakûrê Suriye û hemû malbatê şehîdan re dixwazin.”

Nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Zîlan Cûdî

Nav û Paşnav: Dicle Miqdad

Navê Dayikê: Hacer

Navê Bav: Hikmet

Cihê Jidayikbûnê: Raco

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / gundê Meşelê 6’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Tekoşîn Botan

Nav û Paşnav: Sûngul Coşkûn

Navê Dayikê: Hediya

Navê Bav: Hecî Ehmed

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şiyê  gundê Senara 26’ê Sibata 2018’an