TJA: Em bi rihê berxwedana Efrînê beşdarî ‘Newrozê’ bibin

TJA’yê bi rihê berxwedana Efrînê banga tevlîbûnê li pîrozbahiyên ‘Newrozê’ kir û peyam da ku ew ê  bi şikandina tecrîdê wê êrîşên dagirkeriyê ji holê rabe.

21’ê Adarê di serî de li Amed û 25 navendan wê Newroz were pîrozkirin. TJA’yê ji bo Newrozê ev bang kir; “Ji 8’ê Adarê di vê dema dîrokî ya ku me herikandî qada Newrozê, tarîtiya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bûyî ronahiya azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn, bi ronahiya Newrozê em ê parçe bikin. Em bang li tevayî gelên li dijî faşîzmê, dostên me, hêzên demokrasî û hemû jinan dikin ku ji bo bihara gelan dakevin qadan.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) îro têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyek weşand a ku ew ê bi şîara ‘Bi rihê Newrozê berxwedanê geştir bikin, li Efrînê serbikevin’ were lidarxistin

‘EM Ê AZADIYÊ BIQÎRIN’

 TJA, diyar kir ku ew Newrozê di pêvajoyek pir germ de pêşwazî dikin û wiha got: “Jin û gelê kurd wê Newroza îsal bi berxwedaniyek mezin pêşwazî bike.  Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li Cîhan û Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibe. Hêzên êrîşkar û dagirker di şexsê Efrînê de dixwazin jiyana azad a gelan û jinan tune bikin. Ji ber vê yekê berxwedana bi heybet a Newroza îsal, wê ji Efrînê heya cîhanê azadiyê biqîre.”

TJA’yê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Emê bi şîara ‘Wê faşîzm têk biçe, azadî qezenc bike’ di 8’ê Adarê de li qadan Newrozê pîroz bikin. Mîna gelên Newrozê em ê li qadan carek din berxwedanê veguherînin azadiyê. Newroz berxwedan e. Newroz bihara gelan e. Tu hêz nikare vê azadî û heqîqetê têk bibin.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM DAKEVIN QADAN

Heya ku em tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabikin wê demê emê azad bibin. Emê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe parçe bikin. Werin em li dijî dagirgerî, talan, tecrîd, Rewşa Awarte û faşîzmê li qadên Newrozê agirê bihara gelan gur bikin. Em bang li jinan, dost û hêzên demokratîk dikin ku li qadên bihara gelan kom bibin.”