Jinên Başûrê Amarîkayê peyamên piştgiriya Efrînê dan

Li hemû welatên Başûrê Amarîkayê, îsal 8’ê Adarê di çarçoveya “Bila jinek din kêm nebe” hate lidarxistin.

Di hemû çalakiyên 8’ê Adarê de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê hat protestokirin û peyama piştgiriyê ya ji bo jinên Kurd hate dayîn.

Îsal jî kampanyaya “Bila jinek din kêm nebe” li welatên Başûrê Amarîka bi awayek berfireh bû mijara gotinê û jin neçûn kar tevlî meşa 8’ê Adarê bûn.

Bi tevilbûna hezaran jinan li Buenos Aîresê meşek hat lidarxistin. Piştî meşê, cihê mîtîngê bi alên KJK û YPJ’ê hate xemilandin.

Di çalakiya 8’ê Adarê ya li bajarê Cordoba hatî lidarxistin de, rêxistina Jinên Kurd û berxwedana Efrînê hate silavkirin.

Li Paraguay jî Jinên Kurd, li gel piştgiriya kolektîfê û gelek rêxistinên jinan tevlî meşê bibûn, alên YPJ’ê û alên rêxistina Jinên Kurd, wêneyên kesên sivîl ên di êrîşên dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin hatin bilidindkirin.

Li bajarê Sao Paulo a Brezîlyayê jî jinên Kurd peyama piştgiriya Berxwedana Serdemê dan. Di meşê de wêneyên şervanên YPJ’ê yên di Berxwedana Serdemê de şehîd ketîne hatin bilindkirin.

Di çalekî û meşan de deklerasyona KJK’ê jî bi awayek berfereh cih girt

Di 8’ê Adarê de jinên li Kolombiya, Paragua, Cordobadan û Buenos Aîresê, di aktivîteyên 8’ê Adara îsal de peyamên têkildarî jinên Kurd û şerê li Efrînê hatine dayîn.

Femînîstên Abla Yalayê jî peyam belavkirin, jinan têkoşîna Berta Caseres a sala 2015’an li Hondûrasê hatibû qetilkirin û Sakîne Cansizna kiriye yek.