KJK'ê ji bo Efrînê bang kir: Em niha dakevin qadan!

Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser xeteriya komkujiya sivîlan ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê were kirin û banga çalakiyan kir.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hate gotin, "Dem ew dem e ku ji bo rûmeta mirovahiyê em destekê bidin vê berxwedanê û biherikin qadan. Der barê vî sûcê şer de, li dijî qirkirina Kurdan divê em tevahiya cîhanê hişyar bikin."

Koordînasyona KJK'ê hate bibîrxistin ku di serî de jinên Kurd, tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê ev 50 roj in itmî li qadan e û êrîşên dewleta Tirk şermrezar dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê belê êrîş niha gihîştiye asta hovîtiyê û dewleta Tirk a dagirker dixwaze navenda bajarê Efrînê dagir bike. Dema ku mirov bala xwe didin ser bang û agahiyên ji Efrînê tên, dibînin ku rewş krîtîk e. Çawa ku li Serêkaniyê, Til Hemîsê, Cezaa û Kobanê li dijî DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin a mirovahiyê li dijî DAÎŞ'ê hate kirin, îro jî li Efrînê berxwedaneke mezin heye. Efrîn bi navê mirovahiyê li dijî faşîzmê li ber xwe dide, ji bo azadiya jinê li ber xwe dide, ji bo civaka azad li ber xwe dide. Dem ew dem e ku ji bo rûmeta mirovahiyê em destekê bidin vê berxwedanê û biherikin qadan. Der barê vî sûcê şer de, li dijî qirkirina Kurdan divê em tevahiya cîhanê hişyar bikin. Ne sibe, divê em niha dakevin qadan û berxwedana li Efrînê bi ser bixînin.

Divê em pêşî li qirkirina ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin bigirin. Em bang li ciwanên Kurd  dikin ku bi dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" biherikin Efrînê, sînoran ji holê rakin. Em bang li hemû gelên cîhanê û parêzvanên mafên mirovandikin ku çalakiyên xwe yên li her derê hê radîkal bikin û heta encamê bigirin her derê bikin qada çalakiyan."

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya li ser valakirina Efrînê bi bîr xist û got, "Em daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî yên li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk weke daxuyaniyên cihê şermê dibînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê me wê bi berxwedana xwe, pêşî li qirkirin û faşîzmê bigire. Wê dersa herî mezin a dîrokê bide Erdogan û artêşa Tirk. Berxwedan wê bi ser bikeve.

Yên bi ser bikevin, azadî ye û berxwedêr in ku bi îradeya serketinê li ber xwe didin e."