Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Efrînê li hev civiya

Di Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd karên ku jinên Kurd dikarin li Ewropayê ji bo Efrînê bikin tê nirxandin.

Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd li paytexta Belçîka Brukselê li navenda KNK'ê pêk tê. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Rojeva bingehîn a şêwrê, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Efrînê ye. Ji bo bêdengiya raya giştî û hêzên navneteweyî ya li pêşberî komkujiyên li Efrînê tên kirin were şikandin, jinên Kurd li ser karê ku dikarin bikin nîqaşê dikin.

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç li şêwrê axivî û bi bîr xist ku herî zêde jin bi wateya şer zanin û dijmin baş nas dikin, ji ber ku di şer de herî zêde zext û zordarî li jinan tê kirin. Koç diyar kir, jinên Kurd di şer de bûne xwedî ezmûn û tecrûbe û got, "Jinên Kurd di dîrokê de ti carî li pêşberî şer bêdeng nemane û niha jî wê bêdeng nemînin. Di cewhera jinên Kurd de raperîn heye."

Koç da xuyakirin ku divê jinên Kurd ên li Ewropayê bi kar û hewldanên xwe bêdengiyê bişikînin û got, "Dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdên bakur e, ew li dijî hemû Kurdan e. Dijminê sereke yê jinên Kurd e."

Koç işaret bi hovîtiya artêşa Tirk a li Efrînê kir û got, "Dewleta Tirk wê ji Efrînê zindî dernekeve. Raperîna neteweyî dest pê kiriye û em weke jin çawa dikarin raperîna jinê bikin û bêdengiya navneteweyî bişkînin? Siyaseta rojava gelek seriyên xwe hene. Ne tenê Rûsya Amerîka ye. Em ê jî bi hêza xwe ya cewherî li her derê çalakiyan bikin. Endamên DAIŞ û El Qaidê tînin û li Efrînê li hember Kurdan şer dikin. Efrîn tenê keşeya me nîne. Divê em raya giştî ya navneteweyî derbarê wê de agahdar bikin ku DAÎŞ ji Efrînê dikare hesanî derbasî welatên rojava bibin."

Di şewrê de jinan diyar kir ku li hember Kurdan şerekî nijadî tê kirin û gotin, "Li hember qirkirina Kurdan divê jinên Kurd li her derê çalak bin û bi xwedîderketina li çand û zimanê xwe li ber qirkirinê rabin."