TJK-E: Berxwedana Efrînê hatiye qonaxeke nû

TJK-E’yê got gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirker ên deweleta Tirk berxwedaniyeke bêhempa kirine û berxwedan hatiye qonaxeke nû.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) got saziyên navnetewî li dijî êrîşên dijî mirovahiyê yên li Efrînê xwe kerr û kor û lal dikin.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên 19’ê Adarê yên li Brûksel û Cinêvê bang hate kirin.

TJK-E’yê di daxuyaniya de got êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê didomin, Rûsya ku ji bo berjewendiya xwe qada hewayî ji Tirkiyê re vekir li ber çavê cîhanê Erdoğan û tîma wî qadên sivîl, bêyî ku bibêje ev jin e zarok e komkujiyan dike û ‘’saziyên navnetewî yên ku xwe kerr, kor û lal dikin û YE bûne hevkarê vî sûcî.

‘BERXWEDANA EFRÎNÊ HATIYE REWŞEKE NÛ’

TJK-E’yê bi domdarî got li dijî êrîşkariya dewleta Tirk gelê Efrînê bi lehengî parastina rûmeta mirovahiyê bi rihekî fedaî kiriye û got, ‘’Halê hazir berxwedaniya Efrînê hatiye asteke nû. Deynê li ser sukra me ye ku em zêdetir li Efrînê xwedî derkevin û pêşiya komkujiyan bigirin. Têkoşîna me wê geş bibe û berxwedan bi ser bikeve.

Bi berdewamî TJK-E’yê bang li gel kir ji niha û pê de li berxwedanê xwedî derkeve, têkoşînê geş bike û heta ku li Efrînê encam were standin qadan bernedin.

BANGA LI ÇALAKIYA BRÛKSEL Û CINÊVÊ

TJK-E’yê di dawiya daxuyaniyê de got, ‘Efrîn hemû Kurdistan e. Ev êrîş destkeftina hemû gelê Kurdistanê û eniya demokratîk dike hedef’ û ji bo çalakiya 19’ê Adarê ya li Brûkselê, ber parlamentoya Ewropayê û li ber Neteweyên Yekbûyî ya Cinêvê banga tevlêbûnê hate kirin.