Şêniyên Taxa Şehîd Xebatkar tevlî seferberiyê bûn
Şêniyên Taxa Şehîd Xebatkar girêdayî banga Rêveberiya Xweser tevlî seferberiyê bûn û ragihandin ku wan Tabûra Têkoşer ava kiriye.
Şêniyên Taxa Şehîd Xebatkar girêdayî banga Rêveberiya Xweser tevlî seferberiyê bûn û ragihandin ku wan Tabûra Têkoşer ava kiriye.
Li ser banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek gund û taxên ji Kantona Firatê tevlî seferberiyê dibin. Yek ji van taxan jî Taxa Şehîd Xebatkar a bajarê Kobanê ye ku şêniyên taxê îro ragihandin ku bi avakirina Tabûra Têkoşer tevlî seferberiyê dibin.
Şêniyên taxê tevlîbûna xwe ya ji bo seferberiyê û avakirina tabûra xwe bi daxuyaniyekê ragihandin. Daxuyanî ji aliyê şêniyê taxê Îsmaîl Elî ve hate xwendin.
Şêniyên taxa Xebatkar di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser berxwedaniya li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê û ev yek hatin gotin: ‘’Em weke gelê taxa Şehîd Xebatkar radigihînin ku me Tûgaya Têkoşer ava kiriye. Em ji bo parastina gelê xwe, axa xwe û bajarê xwe seferber dibin. Em jî deyndarê gel û şervanên xwe ne. Li ser vî esasî tevlî seferberiyê dibin û hewcehî li ku hebe, em weke şêniyên taxê amade ne ku parastina xwe bikin.
Îro ji aliyê şervanên me ve li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin. Em jî weke şêniyên taxa Şehîd Xebatkar ji bo gelê xwe radibin ser piyan. Em ê bi hêz û têkoşîna xwe teviyahî dagirkeriyê û çeteyên wê têk bibin."