Baroya Îzmîrê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) li hemberî doza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya der barê serokê Baroya Stenbolê û rêveberiya wê de bertek nîşan da.
Baroya Îzmîrê bertek nîşanî doza derheqêqê serokê Baroya Stenbolê û rêveberiya wê de da û got: “Doz bi daxwaza dawîlêanîna wezîfeya wan û jinûvehilbijartinê hatiye vekirin, têkildarî bêdengkirina baroyan û kiryareke derqanûnî ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Em vê destwerdana li dijî rêveberiya Baroya Stenbolê red dikin. Ev hewldan ne tenê li dijî Baroya Stenbolê ye di heman demê de êrîşeke li dijî hemû baroyan, pîşeya parêzeriyê û parastina serbixwe ye. Em weke Baroya Îzmîrê li gel Baroya Stenbolê ne. Li hemberî hemû hewldanên bêdengkirina baro û hempîşeyên me em ê li ber xwe bidin û bêdeng nemînin.’’
OHD: EM Ê DESTÛRÊ NEDIN
Şaxa OHD’ê ya Stenbolê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em zîhniyeta qeyûman a ku derheqê Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Karaboga û Desteya Rêveber de bi daxwaza dûrxistina erka wan û jinûvehilbijartinê doz vekiriye, şermezar dikin! Em ê rê nedin vê helwesta derqanûnî.’’
ÇHD: HEWLA DERBEYÊ YE
Şaxa ÇHD’ê ya Stenbolê jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal nerazîbûnên xwe nîşan da û di parvekirina xwe de got: “Doza derheqê rêveberiya Baroya Stenbolê de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî vekirin, li hemberî îradeya parêzeran hewla derbeyekê ye. Em vê derbeyê qebûl nakin û li gel baroya xwe ne!”