JIN
Hemû Nûçe
-
3 xuşk û 3 şervanên YPJ’ê yên ji Dêra Zorê
Şoreşa Rojava ya ji bo hemû pêkhateyan bûye hêvî, ji her pêkhateyê berê cihê xwe di nav de digire. 3 xuşkên ji pêkhateya Ereb di nava YPJ’ê de li ber xwe didin. -
Êşkenceyê li girtiyên nexweş û jin dikin
Diyar bu ku li ser hev cezayê hiucreyê dane girtiyên nexweş û jin ên li Baybûrtê. Her wiha hate gotin ûrê di mêjiyê Yilmaz Kahraman de, mezintir dibe. -
Kişanak pirtûka, 'Rengê Xemrî ya Siyaseta Kurd' nivîsî
Gulten Kişanak a rehînkirî li gel jinên girtî pirtûkeke bi navê 'Rengê Xemrî ya Siyaseta Kurd' nivîsî. Pirtûk 21'ê Îlonê wê li refan be. -
Di lêpirsînê de cihê bûyerê nehate lêkolînkirin
Di lêpirsîna di derbarê kuştina Meryem Sûne ya di berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê de ji aliyê hêzên Tirk ve, derket holê lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin. -
Nanê bi tahm ji destê Remziye Saîd derdikeve
Li Sûrê jina bi navê Remziye Saîd ku bi lêxistina nanê tenûrê debara xwe dike û got: “Divê ti jin li malê rûnenê û hewcedarî mêrekî nebe. Jin divê ji afirîneriya xwe bawer be û bixebite.” -
Girtiyên jin ên li Tehranê nerazîbûn nîşanî darvekirina ciwanên Kurd da
Girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Evîn a Tehranê nerazîbûn nîşanî darvekirina Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar û Loqman Muradî dan û sersaxî ji malbatan re xwestin. -
Dayîkên Şemiyê li hev civiyan
Dayîkên Şemiyê di hefteya 702’an de li hev civiyan. Di çalakiyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn hate pirsîn. Dayîkên nerazîbûn nîşanî gotina ‘şovê nekin’ a polîsan dan. -
TJK-E'yê ji bo mîtînga sibe ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir
TJK-E'yê biryara qedexekirinê ya Elmanyayê ya li ser Festîvala Çanda Kurd şermezar kir û bang kir ku her kes tevlî mîtînga li Dusseldorfê ya roja Şemiye bibe. -
Girtiya nexweş Bozan terkî mirinê kirin
Girtiya Nexweş Dîcle Bozan ku li şûna were emeliyatkirin, bi hinceta ‘mekîne xirabe ye’ û ‘doktor nîn in’ tedawiya wê nayê kirin, li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê terkî mirinê kirin. -
Jinên Ermenîstanê nameyek ji bo Ocalan nivisîn
Jinên li Ermenîstanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji derdorên navnetewî re şandin. -
Girtiyên jin: Li dijî zextan em ê dest bi çalakiyan bikin
Girtiyên jin ên di Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Xarpêtê nameyek şandin û qala zextan kir. Girtiyan diyar kirin heke zext bidomin ew ê dest bi çalakiyên bêîtaetiya sivîl bikin. -
Hevserokên jin ên HDP’ê yên bajaran li hev civiyan
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi hevserokên jin ên HDP’ê yên bajaran li hev civiyan. Di civînê de ew ê hilbijartina herêmî û xeta têkoşîna di pêvajoya nû de were nîqaşkirin. -
'Têkoşîna jinan di bin yek sîwanî de dikare bi ser bikeve'
Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan bi gotarekê di nav çarçoweya nexşêrêya çareseriya KJAR’ê de ku beriya bi çendekê hatibû ragihandin, bal kişande ser sedem û rêya çareseriya krîza Îranê. -
‘Hêrsa dayikan wê zora kujeran bibe’
Rojnameya jinê Newaya Jin ya mehane ku hijmara wê ya 162’an derketî, êrîşa dewletê ya bi ser çalakiya Dayikên Şemî ya heftiya 700’î de kire manşet. Êrîş bi sernavê ‘Hêrsa dayikan wê zora kujeran bibe’ şîrove kir û gihan ber xwendayên xwe. -
SMJÊ: Di xeta Mam Zekî de em azadiya Ocalan misoger bikin
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî ji bo çalakiyên 1'ê Îlonê yên Roja Aştiyê ya Cîhanê bang li civaka Êzidî kir ku bi xurtî tevlî bibin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin. -
Dayikên Şemiyê bang li Soylû kirin: Hêza te têra me nake!
Dayikên Şemiyê bersiv dane rejîma AKP’ê û Suleyman Soylû, bal kişandin ku wê berxwedana xwe bidomînin. -
TJK-E: Dilê dayikan ji faşîzmê xurtir e
Tevgera Jina Kurd a Ewropayê: Dewleta Tirk a faşîst û dûrî mirovahiyê divê zanibe, ev berxwedana Dayikên Şemiyê ya bi êşê, hêrsê, hêvî û bêrîkirinê wê geştir bibe. -
Êrîş birin ser Dayikên Şemiyê, 11 kes hatin destgîrkirin
Rejîma AKP’ê çalakiya heftiya 700’î ya Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê qedexe kir û êrîş bire ser dayikan. 11 kes hatin destgîrkirin. Dayikan gotin, ‘Ev meydan a me ye’. -
KJAR’ê ji bo jinên Îranê deklarasyona çareseriyê par ve kir
Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji bo jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê deklarasyona çareseriyê par ve kir. -
Li Brezîlyayê derbarê kuştina jinan gelek kes hatin girtin
Li Brezîlyayê derbarê kuştina jinan li tevahiya welêt operasyon hate çêkirin, hate gotin ji 1000’î zêdetir kes hatine girtin. -
Dema ku doktorên jin tedawî dikin, rîska mirinê kêm dibe
Li gorî lêkolîneke ku li DYA'yê hate kirin, dema ku tedawiya jinên krîza dil derbas kirine ji aliyê doktorên jin ve tê kirin, rêjeya mirinê kêm dibe. -
Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî wê li Frankfûrtê pêk were
Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî wê 6/7'ê Cotmehê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bê lidarxistin. -
Endama KCD’ê Dîlek Adsan jiyana xwe ji dest da
Endama Dîwana Hevseroktiya KCD’ê jiyana xwe ji dest da. -
27 jin tevlî nava refên YPJ'ê bûn
27 şervanên nû li Akademiya Ş. Rojda Minbic a YPJ'ê dewreya xwe ya perwerdeyê qedandin û tevlî nava refên YPJ'ê bûn. -
Besna Tosûn: Em li vê têkoşîna birûmet xwedî derkevin
Besna Tosun, keça Fehmî Tosun ê ku hate nebedîkirin got, ‘’Ez di 12 saliya xwe de bi rastiya nebediyên di dema destgîrkirinê de hisiyam, ev ne hêsan e lê em li wê meydanê nifşê duyan in, me têkoşîna dayikên xwe dewr girt.