Nanê bi tahm ji destê Remziye Saîd derdikeve

Li Sûrê jina bi navê Remziye Saîd ku bi lêxistina nanê tenûrê debara xwe dike û got: “Divê ti jin li malê rûnenê û hewcedarî mêrekî nebe. Jin divê ji afirîneriya xwe bawer be û bixebite.”

Li navçeya Sûrê ya Amedê jin bi rêjeyeke mezin tevlî  bazarê dibin û bi rengê xwe hunerên xwe didin nîşandan. Li Sûrê nanê herî bi tam ji destê jina bi navê Remziye Saîd (65) tê lêxistin û xwarin. Saîd bi çêkirina nanê tenûrê hem çanda civaka Kurd diparêze hem jî debara xwe dike. Saîd, zêdetirî çar salan e nanê tenûrê lêdixe. Saîd serê sibê radibe û dest bi kar dike û bi vî awayî pêdiviya nanê şêniyên Sûrê pêk tîne.

‘JIN DIVÊ JI XWE BAWER BIN’

Jina kedkar Remziye Saîd, dibêje her jinek divê bixebite û bikaribe xwe li ser lingan bigire. Saîd da zanîn ku divê ti jin pêdivî bi mêrekî nebe û got: “Jin ne hewce ne di kargehan de bixebitin. Jin dema bixwazin û hewl bidin dikarin bi destên xwe debara xwe bikin. Ez hem karê xwe yê malê dikim, hem jî serê sibehê heta saet 11 – 12’an di firinê de dixebitim. Xebat ne karekî yê şermê ye, eger mirov kar neke û xwe hewcedarî mêrekî bike şerm e. Dibe ev xebata me pereyek zêde bi dest nexe lê çavên me ne li alîkariya kesan e. Dema mirov bi şeref û namûs be, mirov dikare li her cihî bixebite.”

‘BI LÊXISTINA NAN DEBARA XWE DIKIM’

Remziye Saîd anî ziman ku bi lêxistina nanê tenûrê debara xwe dike û wiha pê de çû: “Li aliyekî bi lêxistina nan debara xwe dikim, li aliyê din kevneşopiya Kurdewarî zindî dihêlim. Gelê Sûrê nanê tenûrê tercîh dike. Ji ber ku nanê din hişk dibe, lê belê nanê em çêdikin hişk nabe. Bi rastî lêxistina nan ne karekî hêsan e. Lê ti kar ne hêsan e û li gorî xwe zehmetiyên wê hene. Ev kar ya min e kes nikare minet li min bike. Lewra ez ji karê xwe razî û kêfxweş im. Bi vê kedê jî ez debara mala xwe dikim.”

‘BILA JIN LI MALÊ RÛNENÊN!’

Saîd, bang li tevahiya jinên Amedê kir û got: “Jin di xwezaya xwe afirîner in, pêwîst nake jin li kargehan bixebitin. Jin bila tenê ji xwe û ji afirîneriya xwe bawer bin. Bila ti jin li malê rûnenê û nebêje em nikarin tiştekî bikin. Afirîneriya mezin di destê jinan de ye. Jin dikarin hemû karên civakê bike û ji destê jinan tê. Divê ti jin li malê li destê mêrekî nenihêre, bi xwe bixebite û debara jiyana xwe bike. Zarokên min hene zanîngeh qedandine lê ji ber bêkariyê ti karî nakin. Ez bi keda destê xwe zarokên xwe didim xwendin.”