Dema ku doktorên jin tedawî dikin, rîska mirinê kêm dibe

Li gorî lêkolîneke ku li DYA'yê hate kirin, dema ku tedawiya jinên krîza dil derbas kirine ji aliyê doktorên jin ve tê kirin, rêjeya mirinê kêm dibe.

Zanîngehên Harvard, Mînnesota û Saînt Loûîsê li ser jinên li Florîdayê krîza dil derbas kirin lêkolînek kirin. Encamên lêkolînê li kovara zanistî ya bi navê Proceedings of the National Academy of Sciences (PNAS) hate weşandin.

Li gorî lêkolînê, dema ku tedawiya jinên nexweş ên krîza dil derbas kirine bi destê doktorên jin tê kirin, rêjeya mirina nexweşan 5,4 ji sedî kêm dibe. Pisporan destnîşan kirin ku rêjeya 5 ji sedî ji aliyê statîstîkî ve gelekî girîng e.

Di lêkolînê de dosyayên klînîkê yên 500 hezar nexweşên di navbera salên 1991 û 2010'an de krîza dil derbas kirine, hatin nirxandin.

TEDAWÎ DEMA KU BI DESTÊ DOKTORÊN JIN BE, ŞENSÊ JIYANÊ ZÊDETIR DIBE

Di lêkolînê de hate ragihandin, di nava jinên ku ji ber krîza dil rakirin servîsên lezgîn de rêjeya mirinê 11,9 e. Li gorî lêkolînê, eger doktoreke jin dest bi tedawiya nexweşeke krîza dil bike, rêjeya mirinê 5,4 kêm dibe.

Beriya niha di lêkolînan de hatibû tespîtkirin ku di dema krîza dil de rêjeya mirina jinan ji ya mêran zêdetir e. Ji ber cudahiya semptomên jinan, derengxistina tedawiyê û serlêdana bi derengî ya li servîsên lezgîn, rêjeya jinên ku ji ber krîza dil dimirin zêde ye.

Nexweşiyên Kardiyovasku li gelemperiya dinyayê yek ji sedemên sereke yên mirina jinan e.