Êşkenceyê li girtiyên nexweş û jin dikin

Diyar bu ku li ser hev cezayê hiucreyê dane girtiyên nexweş û jin ên li Baybûrtê. Her wiha hate gotin ûrê di mêjiyê Yilmaz Kahraman de, mezintir dibe.

Hat diyarkirin ku li girtiyên di Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Baybûrtê de, tim cezayê hucreyê li wan tê birîn.  

Girtiyên di Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Baybûrtê de, bi rêya malbatên xwe binpêkirinên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan, diyar kir ku li girtîgehê çewisandineke zêde heye û di hevdîtinên vekirî de nikarin bi destê xizmên xwe jî bigirin. Girtiyan, bilêv kir ku tim û tim cezayê hucreyê û qedexekirina pêwendîdanînê li wan tê birîn û xwarina wan kêm tê dayîn. Girtiyan xwest ji Komeleya Mafên Mirovan heyetek serdana girtîgehê bike. 
 
'TIM CEZAYÊ HUCREYÊ TÊ BIRÎN'  

Hunermend Nûdem Dûrak (28) ku ew jî di Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Baybûrtê de ye, bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan got. Hatîce Dûrak, dayika Nûdem Dûrak, got: "Got, zilm û zordarî heye. Tim 15,20 an jî 30 roj cezayê hucreyê li wan tê birîn. Ne xew heye, ne av ne jî xwarinê didin. Em nikarin ji bo hevdîtina vekirî biçin. em heftê carekê 10 deqîqeyan bi telefonê xeber didin. Ew jî carinan telefon nakişîne. An jî telefona girtîgehê xera dibe."

ÛRÊ DI MÊJÎ DE MEZIN DIBE, DÎSA JÎ BERNADIN

Yilmaz Kahraman li gel ku di mêjiyê wî de ûr heye jî nehate berdan, 2009'an hate girtin û ew şandin Girtîgeha Kurkçuler a Edenê. Remziya Kahraman, xwîşka Yilmaz Kahraman got, tim cezayê hevdîtinê û hucreyê li birayê wê dibirin, piştre ew şandine Kirikkaleyê û li vir jî nexweşiya wî girantir bûye. Xwîşka wê got tim serê Yilmaz diêşe lê jê re dibêjin, sînuzît û mîgren e, wiha paşguh dikin. Xwîşka Yilmaz got, ''Birayê min nikarîbû biaxive. Diranên wî bi hev ve zeliqî bûn. Dema ku me pirsî, got, 'ji ber girtîgehê' ye. Bîrkor dibe, çavên wî nabînin, tim serê wî diêşe. Piştre fîlmê wî hate girtin, diyar bû ku ûr di mêjiyê wî de heye.''

Remziya Kahraman got divê bi lezgînî birayê wê were emeliyatkirin lê birayê wê nebirine nexweşxaneyê, ji bo vê ûr mezin bûye.