3 xuşk û 3 şervanên YPJ’ê yên ji Dêra Zorê

Şoreşa Rojava ya ji bo hemû pêkhateyan bûye hêvî, ji her pêkhateyê berê cihê xwe di nav de digire. 3 xuşkên ji pêkhateya Ereb di nava YPJ’ê de li ber xwe didin.

Sê xuşkên ji pêkhateya Ereb yên bi eslê xwe ji Dêre Zorê berê xwe dan berbanga azadiyê, ji bo ku ji dinyayê re bidin îspat kirin ku, ew li ser soza dane di nava refên YPJ’ê li ber xwe didin.

 Şervanên ku tevlî bûne dan diyar kirin ku ew di nav komên hevaltiyê de dijîn û ne mîna weke xuşk weke hevalên hev dijîn. Ji ber ruhê hevaltiya ku di nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de dibînin, wan ji fikra ew ji heman malbetêne dûr dihêle. Xuşkan anî ziman ku tenê di nav YPJ’ê de ruhê hevaltiyê dijîn.

‘DI NAVA YPJ’Ê DE GUHERTINÊ MEZIN BI MIN RE ÇÊBÛN’

Xuşka bi navê Leyla Welat a şervana YPJ’ê axivî û ev tişt got: “Ez ji Dêre Zorê me û temenê min 22 sal e. Dema me bihîst Dêre Zorê ji çeteyan rizgar bûye, em gelek kêyfxweş bûn. Ji ber em 7 sal bûn ji malên xwe derketibûn û me dervayî bajarê xwe dijiyan. Em di sala 2011-2012’ an ji Dêre Zorê derketin. Ango ji destpêka bûyeran em derbasî Reqayê bûn û 4 salan li wir man. Piştî wê em ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê derbasî bajarê Hesekê bûn. Beriya tevlîbûnê em salekê li Hesekê man. Me di malê de tenê ji bo destûrên bingehîn ên civakî pêk bînin dijiyan. Lê dema em tevlî nav refên YPJ bûm û min perwerde dît, min di jiyana xwe û ya xwuşkên xwe de gelek guhertin dîtin. Em ji hev re ne li ser esasê xwuştiyê tevdigerin belê, em li ser esasê hevaltiyê nêzî hev dibin û bi hev re didin distînin. Em di destpêkê de hinek tesîr bûn ji ber em ê ji hev veqetiyana. Lê bi perwerdeyê re êdî me wate da û ji bo me veqetîn tiştekî xwezayî hat. Em fêrî pir tiştan bûn, em fêrî ruhê hevaltiyê bûn. Em dema di civakê de bûn, em fesadî û li vir gelek guhertin pêk hatin. Li vir heval hemû bi hev re dibin alîkar, bi hev re nîqaşan dikin. Min hevaltî ji xwuşktiyê baştir û bi wate dît. Ez karim bêjim hişmendiya min di gelek aliyan de hate guhertin.”

YPJ HÊZ DIDE JINAN

Her wiha xuşka bi navê Aryen Zagros jî wiha behsa armanca tevlîbûna xwe kir û wiha pêde ç: “Temenê min 21 sal e, em dema ku li Reqayê bûn, di bin desthiladariya DAIŞ’ê da bûn. Çeteyên DAIŞ’ê hem li kesên mezin û hem jî li zarokan zilm dikir û ji bo sedemên biçûk zarok qetil dikirin. Qet firsend nedidan mirov baxive. Gelek zilm li jinan dikirin. Ev du meh e ez tevlî nav YPJ bûme. Dema em di nav civakê de bûn mafekî jinê yê jiyînê tune bû. Ew her tim bindest maye. Ez piştî tevlî bûm min fikra ku ez ji xwuşkên xwe qut bibim nedijiyam, lê piştî demekî ez nêzî hevalan bûm ev nêzbûna min ji nêzbûna xwuşkên min zêdetir bû. Ez di kesayeta xwe de gelek guhertinên erênî dibînim, berê di min de kesayetek bi tirs û guman hebû lê niha berovajî vê ye.”

‘YPJ MAFÊ JINAN DIPARÊZE Û LI SER WÎ BINGEHÎ EZ TEVLÎ BÛM’

Xuşka biçûk ya bi navê Rojda jî wiha behsa serpêhatiya xwe ya nava refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kir: “Berî niha min pir dixwest ez tevlî YPJ’ê bibim, lê min nekarî ez tevlî bibim. Lê piştî tevlîbûna xuşkên min hêza ez tevlî bibim di min de ava bû ez tevlî bûm. Ez bi tevlîbûna xuşkên xwe bandor bûm û piştî wan bi 15 rojan beşdar bûm. Jiyana me ya li malê ne baş bû, min her dixwest ez bi tena xwe bimînim. Dema min bihîst YPJ ji bo jinan şer dike û mafê jinan di nav de heye, fikra min ya tevlîbûnê hîn şênbertir bû. Min xwest ez bi tevlîbûna xwe fêr bibim ka ew mafên jin ji bo wê şer dikin çine. Me di perwerdeyê de ji dersên siyasî pir sudwergirt. Herî kêm em fêr bûn ku em dikarin çawa pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin. Her wiha em fêr bûn Rêber Apo pir girîngiyek mezin dide jinê û ji bo azadiya jinê tekoşînê dide. Ji ber xwediyê vê fikrêye niha di girîgehê de tê girtin.”

Her 3 şervanên YPJ’ê kêfxweşiya xwe ya rizgarkirina Dêra Zorê ya ji çeteyên DAIŞ’ê anî ziman û destnîşan kir ku wê heta dawiyê di nava YPJ’ê de mafê jinan.