Li Brezîlyayê derbarê kuştina jinan gelek kes hatin girtin

Li Brezîlyayê derbarê kuştina jinan li tevahiya welêt operasyon hate çêkirin, hate gotin ji 1000’î zêdetir kes hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê ya Ewlehiya Cameweriyê ya Brezîlyayê bi 5 hezar polîs operasyon li ser kujerên jinan  an jî plangerê kujeran kirin.

Li gorî vê di operasyonê de ku tevahiya rojê dewam kir, 1100 kes hatin girtin. Hate gotin 75 ji 100’î yên hatin girtin bi temenê zarok in, bi dehan çek û 150 kîlo tiryak jî hatiye desteserkirin.

Hate gotin piraniya kesên ku  hatine girtin bi sedema kuştinan jinan biryara lêgerînê li ser wan hebû.

BI HEZARAN JIN HATIN KUŞTIN

Par li Brezîlyayê piraniya wan ji hêla rêxistinên sûc ve, 63 hezar û 80 kes hatibûn kuştin.

Ji van kesên ku hatibûn kuştin 4 hezar û 539 jê jin bûn. Bi kêmanî hezar û 133 jin jî rasterast bi cînayetên ku dijminên jinan ve hatin kuştin.

Li gorî lêkolîneke li Brazîlyayê 3 ji 2 paran ên jinên ku temenê wan di ser 16 salî re, tundiya fizîkî li ser wan heye.