Penaberên ji Serekaniyê li hemberî dagirkeriyê ji NY’ê re name şandin
Komîteya Penaberên Serêkaniyê ya bi dirûşmeya ‘Ji bo Serêkaniyê vegera ewle’ meşek li dar xist û li hemberî dagirkeriyê ji NY’ê re name şand.
Komîteya Penaberên Serêkaniyê ya bi dirûşmeya ‘Ji bo Serêkaniyê vegera ewle’ meşek li dar xist û li hemberî dagirkeriyê ji NY’ê re name şand.
Komîteya Penaberên Serêkaniyê û Girê Spî, li bajarê Qamişlo yê girêdayî Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya ‘Ji bo Serêkaniyê vegera ewle’ meşek li dar xist.
Meşa ku bi beşdarbûna Komîteya Penaberên Serêkaniyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civakî, bi hezaran penaberên ji Serêkaniyê û xelkê bajarê Qamişloyê hate lidarxistin, li Stadyûma 12’ê Adarê ya Qamişloyê dest pê kir û heya li ber avahiya Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir. Di meşê de pankarta li ser nivîsa ‘Em vegereke biewle û birûmet dixwazin’ hate hilgirtin.
Piştî ku meş giha li ber avahiya Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) merasîma rêzgirtinê hate lidarxistin.
Name ji aliyê Rêvebera Dibistana Kampa Waşokanî Fatma Elî ve hate xwendin û naveroka wê wiha ye:
"Piştî hilweşîna rejîma Esad li Sûriyeyê guhertin pêk tên. Girêdayî vê yekê em jî dixwazin dengê me ji aliyê hemû saziyên navneteweyî ve were bihîstin. Ji 5 salan zêdetir e ku herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ne. Li gorî raporên NY’ê ji sedî 85’ê welatiyên xwecihî yên ji Kurd, Ereb û Suryaniyan pêk tên, ji cih û warên xwe hatine derxistin û li şûna wan bi deh hezaran Sûriyeyî hatine bicihkirin. Em daxwaz dikin ku hûn dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ber çavan bigirin. Di bin navê ‘Kaniya aşitiyê’ êrîş hatin kirin, mal û milkên welatiyan hatin talankirin û zirar dan herêmê. Tevahiya van sûcan ji aliyê komên çekdar yên girêdayî ‘Artêşa Sûriyeya Azad’ (OSO) hatin kirin. Em hêvî dikin ku di demeke kurt de hûn daxwaza me ya rewa ya têkildarî vegera ewle bi cih bînin."
Name ji aliyê Komîteya Penaberên Serêkaniyê ve ji Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY’ê re hate teslîmkirin.