'Têkoşîna jinan di bin yek sîwanî de dikare bi ser bikeve'

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan bi gotarekê di nav çarçoweya nexşêrêya çareseriya KJAR’ê de ku beriya bi çendekê hatibû ragihandin, bal kişande ser sedem û rêya çareseriya krîza Îranê.

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan bi gotarekê di nav çarçoweya nexşêrêya çareseriya KJAR’ê de ku beriya bi çendekê hatibû ragihandin, bal kişande ser sedem û rêya çareseriya krîza Îranê. Viyan her wiha pirsigrêka jinên Rojhilat û Îranê destnîşan kir, got heta pirsgirêka jinê çareser nebe, krîza li Îranê jî çareser nabe û ji bo ku jin bi ser bikevin bang kir ku hemû jin di bin yek sîwanê de werin cem hev.

Gotara Endama Koordînasyona KJAR’ê Viyan Peyman wiha ye:

Qêyrana ku rejîma Îran pê re rûbirû ye bandora xwe li ser hemû beşên civakî kiriye. Gelên Îranî her tim dibin qûrbaniyên sîyaseta rêjîma ya yek reng ,di nav 40 salan de her tim gelan nerazîbûna xwe ya li dijî rejîma dîktator nîşan daye û berdêlên mezin dane. Lê her tim rêjîmê hewil daye bi şewazên zext, îşkence,îdamê gelan bê deng bike û bi siyaseta xwe ya tenik bi reforman emrê xwe dirêj bike . Rejîm jî baş dizane êdî siyaseta îmhakir bi hemû şêwazê xwe ve hatiye deşîfrekirin,êdî ne desthilat, gelên ku her roj zext û zordariya rejîmê dibînin wê qedera Îraneke demokrat ava bikin,ne desthilat êdî şeqam wê biaxifin. Gelên ku bi salan e têne bêdeng kirin êdî tîştek nemaye winda bikin ,ji bo wê berdêl daye ber çavan û ji bo mafê xwe yê xwezayî têdikoşe. Beşekî esasî yên jinên Îranî jî bûne qûrnabiyên vê hişmendiya desthilatê ,jinan her tim pêşengtî kiriye ,berdêl daye lê yê ku bêmaf maye ,bi navê dîn, mezheb hatiye hepiskirin û ji hemû mafê xwezayî mehrûm maye jin in. Piştî şoreşa îslamî destpêkê jin daketin kolanan hember qanûnên mêrsalar ya şoreşa Îranê derketin. Yekemîn gava ku avêtin qanûna paçên reş bû ku çawa fikir û ramanên jinan dorpêç bikin û di xizmeta hişmendiya baviksalar de bi kar bînin. Dîn kirin amûrekî esasî ya siyaseta ku dijî jin birêva dibin. Hemû qadên jiyanê ji bo jinan berteng kirin. Nehiştin ku jin di hunerê de hebin, sporê de hebin, nehiştin ku bi rehetî bikaribin cil û bergên xwe li xwe bikin, ji qadên aborî hatin dûrxistin, guneh hesibandin û hewil dan vê hişmendiyê weke çand bi civakan bidin qebûl kirin.

Derketina ji nav van sînoran weke bê exlaqî hate dîtin û cezayê giran li jinan birîn. Lê di rastiyê de li ser navê exlaq bê exlaqî hate pêş xistin,ser navê parastina walat însan kirin sîxur û dijî hev bikar anîn .Şoreş bû dij şoreş û bû canewarê ku di her warî de êrîş bire ser vîna jinê. Destpêkê jin kirin hedef, piştre netew ,ziman,bawerî ,hemû bi navê mezhebê şîatî a yek reng, yek ziman hatin hepis kirin . Ji bo wê gelên Îranî xwedî wê tecrûbeyê ne ku wê şoreşê ji bo kê bikin , wê çi xizmeta gelan bike yan wê çi dijî wan were pêk anîn .Bi taybetî jin ku di hemû beşên civakê da ku me li jorê rêz kir bêpar hatine hiştin û ev heta niha her roj kûrtir dibe bi zanîn û hişyarî tevdigerin. Di vê pevajoyê de ku Îran jê derbas dibe jin pêwîst e zêdetir bi plan û programên xwe, rêxistiniya xwe bike û bi yek dengî bi yek hêzê têbikoşe . Rêjîma Îranê ku bi lingên netew dewlet weke netewperestî,dînperestî,zayendîperestî ji saziya herî heta saziya jêr malbatê daketiye nav hûcreyên însanan, hebûna jinan tine dehesibîne. Hişmendiyeke heta dawî zayendîperest ku gihîştiye asta herî bilind. Ne tenê jin giştî civak dibe qurbanî, ji bo wê gel dadikeve kolanan li heber hemû êrîşan radiweste, dixwaze rejîma Îranê ji bin ve biguhere.

Heke îro jin ,ciwan ,giştî civak bi qirîza aborî re rûbirû ye, mesele ne tenê xwekişandina Amerîkayê ye. Meseleya esasî polîtîkayên şaş ên rejîmê ne ku niha gel berdêla wê dide. Rêjîm dîsa ji bo ku temenê xwe dirêj bike hewil dide di warê siyasî û nizamî da tavîzan bide ,ne ji bo berjewendiya gel. Çawa wê desthilatiya xwe ser lingan bigire, di nav vê hewldanê de ye. Lê başî jî xerabî jî di nav Îranê bi xwe de ye, ta ku gavên esasî li nav xwe neavêje nikare xwe ji qêyrana heyî xelas bike . Pirsgirêkên esasî jî pirsgirêka jinê ye. Heke guhertin di vî warî de çêdibe ev ê di çareseriya giştî jî bandora xwe bike. Heke birûxe jî bi pêşengiya jinê wê birûxe. Ev di dîroka cîhanê de jî di dîroka Îranê de jî hatiye îspat kirin. Ya girîng ew e ku jin xwedî îradeyeke serbixwe bin, rêxistinî bin ,di bin yek sîwanî de li ser niqteyen hevbeş yekitiya xwe ava bikin. Hişmendiya zayendîperest bi her şêwazî dixaze pêşî li fikir û ramanên jinan bigre. Hertim jinan di asta dûyemîn da dihêle. Mixabin ku ev di nav hizbên Rojhilatê Kurdistan da jî xwe dide pêş. Ji ber mêrsalariya heyi jin herçiqasî bi başî proje û bernameyên me pêşwazî bikin jî lê nikarin li ser xalên hevbeş yên jinan biyarên serbixwe bidin.

Hişmendiya wan ya mêrsalar di her warî de berbiçav dibe. Bêguman ev hişmendî wê bi tekoşîna me jinan were şikandin . Jinên Kurd ku her tim xwedî bername û piroje bûne , bi tekoşîna xwe ya radîkal derbên giran li hişmendiya paşverû xistine. Em KJAR jî di vê pêvajoya de ku Îran jê derbas dibe ji bo hemû jinên Îranî projeyeke berfireh li gorî demê hate peşkeş dikin. Di vê projeyê da hatiye diyar kirin ku dewleta Îranê bi vê hişmendiya xwe ya dijî demokrasiyê û azadiyê nikare ti çareseriyê bîne. Ji bo gavên çareseriyê nevêje ,kuştinê, êşkencê dike û hefa darvekrinê dixwe.

Li gorî xwe hewil dide gelan bêdeng bike ,potansiyêlê esasî yê azadîxaz weke jin û ciwanan bi rêkên cûda da bikar bîne . Projeya me jî rewşa jinê bi serwextî nirxand, di nav rêjîmê de nirxand û çareserî pêwîste çawa be xal bi xal anîye ziman. Heke di van xalan de guhertin çênebin ne mimkun e rêjîm xwe ji rewşa heyî rizgar bike. Arîyêşên modernîteya kapîtalîst jî dixaze jinan ber bi xwe va bikşîne ,tekoşîna jinan bi yek du daxwazan de mehkûm bike ,ji ber ku niqteya zayîf di Îran de jin e, hêzên derve jî dixwazin bi rêya jinê daxwazên xwe bi cih bikin. Jin pêwîst e di van niqtana da jî baldar bin ,potansiyel û hêza jinê pêwîst e xizmetê ji hebûn û demokrasiya gelan re bike. Bêguman jinên Kurd di vê çarçoweyê de mohra xwe li sedsala 21’ê dane ,bûne mînak ji bo hemû jinên cîhanê. Ev di rojavayê Kurdistanê de pir berbiçav bû ,jin di her warî de pêşengiyê dikin ,jinan çespand ku jin êdî ne qurbanî ne, jiyanê ava dikin .

Jiyan çawa bi rêya jinê ji maneya wê hate dûrxistin îro bi destê jinê dîsa digihije maneya xwe .Em jinên Rojhilat û Îranê jî ku bi salan e têdikoşin ,berhemên jinên Rojava ji bo tecrûbeyên esasî ne. KJAR jî ku bi sîstemeke konfederal xwe ji bo hemû jinên Îranî berpirsyar dibîne, bi berhemên salan xîrabî hemû jinan dike. Çi ferq di navbeyna jineke Kurd, Beloç, Azerî, Farz nîn e. Em hemû esîrê yek hişmendiyê ne ,pêwist e tekoşîna me di her warî de yekgirtî û hemaheng be. Bêguman pirsgirêka jinê pir giran e, ta pirsgirêka jinê çareser nebe ti pirskirêk çareser nabe, lê heke di van xalên esasî da em bi hevbeşî kar bikin wê tekoşîna me jî geştir bibe û encamê bistîne.

Em KJAR jî di wê beweriyê de ne ku bi pêşengiya jinên Rojhilat, bi hev girtina jinên Îranî em ê van xalan pratîze bikin. Bêguman ev proje tenê ne ya analîza û tespîtkirinê ye. Di van xalan de gavên cidî tên avêtin, di vê çarçoweyê de, em xwe dighînin hemû jinan, bi xweşî û kelecaniyekê tê pêşwazîkirin. Li gelek deveran jinan ji bo vê projeye pêşniyarên xwe kirin û piştevaniya xwe nîşan dan. Jin heke ne yek girtî bin her çiqasî têbikoşin jî wê parçeyî be, ,şexsî be û ev jî wê nehêle potansiyela jinên Îranî komî ser hev bibe. Ji bo vê jî pêwîstiya jinên Îranî mecbûrî bi sîwaneke hev beş heye. Di bin vê sîwanê de em dikarin werin gel hev ,her kes bi tekoşîna xwe ,reng û îradeya xwe, dikare hebûna xwe diyar bike. Bi destxistina hebûna jinê wê hebûna civakê azad bibe .E v jî erka me ya esasî ye,di vê demê de pêşengiyeke rast û di cih de ji bo gelên Îranî pêwîst e, ev jî tene bi jina rêxistinî ,bi cesaret û îradeya azad dikare pêk were.