Besna Tosûn: Em li vê têkoşîna birûmet xwedî derkevin

Besna Tosun, keça Fehmî Tosun ê ku hate nebedîkirin got, ‘’Ez di 12 saliya xwe de bi rastiya nebediyên di dema destgîrkirinê de hisiyam, ev ne hêsan e lê em li wê meydanê nifşê duyan in, me têkoşîna dayikên xwe dewr girt.

Dayikên Şemiyê ev 700 heftî ne li Meydana Galatasarayê, li dijî dewletê ku zarokên wan nebedîkirine, bêyî ku biwestin, her şemî têne cem hev û li aqûbeta zarokên xwe dipirsin, ku ev yek ji çalakiya herî mezin a bêîtîatiya sivîl e. Gotin ‘em tiştinan bikin’, hinan got, ‘em rûnin’, hinan got, ‘li Galatasarayê’, hinan got, ‘her heftî’, hinan got, ‘bila bêdeng be’ û 27’ê Gulana 1995’an li Galatasarayê rûniştin.

14 jinên ku li zarokên xwe digeriyan, ku zarokên wan ji hêla rêveberiya cuntayê ya Arjantînê ve hatibûn nebedîkrin, dema ku bi çarikên xwe yên spî hatibûn Pla Del Mayo ya li ber qesra seroktiyê, nizanîbûn wê dest bi têkoşîna 41 salan bikin. Gotineke dayikên Plaz Del Mayo hebû: ‘’Têkoşîna ku têk şikestî ew têkoşîn e ku mirov dev jê  qeriyaye’. Dayikên Şemiyê jî ku dev ji têkoşîna xwe neqeriyan, bi qerefîlên sor, ji bo zarokên xwe yên ku hatibûn nebedîkirin, bibînin, sond xwarin.

Xizmên nebediyan ku medyayê ji wan re got Dayikên Şemiyê, ev nêzî 23 salan e çalakiya xwe dikin.  25’ê Tebaxê cara 700’î ye ku wê li Meydana Galatasarayê werin cem hev. Besna Tosun, keça Fehmî Tosun ku hatibû nebedîkirin, Heftiya 700’î, Dayikên Şemiyê ji ajansa me re nirxand.

TÊKOŞÎNA DAYIKAN QET NEQEDIYA

Tosun dema ku behsa heftiya 700’î kir, got ti ferqa wê ji heftiya 699’an tine lê dîsa jî bi heman daxwazan, bi bêdengî rûdinin.  Tosun got, ‘’Ev têkoşîneke 23 salî ye. Me 27’ê Gulana 1995’an dest pê kir.  Piştî heftiya 200’î polîsan êrîşên giran anîn û 30 heftiyan polîsan li Meydana Galatasarayê dayik dane ber jopan, bi pora wan digirtin û ew kaş dikirin, bi êşkencê ew destgîr dikirn. Ji bo vê jî, 1999’an neçar man ku navberekê bidinê lê ev lêgerîn, ev têkoşîn heta rûniştina li Meydana Galatasarayê li qadên cuda dom kir.’’

EV MEYDAN MÎRATEYA DAYIKÊN ME YE

Tosun ku ji zaroktiyê ve xizmê nebediyane û Dayikên Şemiyê bi jiyana xwe re kiriye yek, sedema rûniştina li meydanê ya şemiyê jî  wiha got, ‘’ ’Ez di 12 saliya xwe de bi rastiya nebediyên di dema destgîrkirinê de hisiyam, ev ne hêsan e lê em li wê meydanê nifşê duyan in, me têkoşîna dayikên xwe dewr girt.  Wan jî hînî me kir ku ne tenê li Galatasarayê ne tenê ji bo nebeidyan, li hemû qadên jiyanê, li dijî neheqiyê divê em li ber xwe bidin. Li meydanê min xwe bêhtir xurt didît. Ew meydan mîrateya dayikên me ye. Heta ku em bigihin heqîqetê û dadê ev têkoşîn ji nifşan wê bigihe nifşan û bidome.’’

ERDOGAN GOTIBÛ, ‘HEKE ÎMZE NAKIM, EZ BI TIŞTEKÎ ZANIM’

Tosun got dewlet sozên ku dane wan bi cih neaniye û her carê tinazê xwe bi hîsên wan kiriye, 2011’an bi Erdogan re rûniştine. Tosun got dema hevdîtinê wan daxwazên xwe gotine û yek ji daxwazên wan ew bû ku Tirkiye peymana nebediyan a NY’yê îmze bike. Tosun got, ‘’Erdogan got, ‘heke em vê îmze nakin, sedemek vê heye’. Piştî vê hevdîtinê li Meclîsê komîsyoneke taybey ava bû lê peywira vê komîsyonê tenê ew bû ku li du dosyayên nebediyan bikole. Yek ji van a  Cemîl Kirbayir bû. Piştî lêpirsînê raporeke bi 350 rûpelî hate hazirkirin. Di raporê de hate gotin Cemîl Kirbayir di dema destgîrkirinê de hatiye nebedîkirin. Daxuyaniyên hemû şahidan jî tê de hebû. Piştre bi raporê re meclîsê li Dozgeriya Komarê ya Qersê gilih hate kirin. Komîsyonê peywira xwe kir lê li gel ku ev qas wext di ser re çûye jî ti gaveke berbiçav nehatiye avêtin.’

EM Ê JI KESÊN KU NEBEDÎ KIRINE HESAB BIPIRSIN

Tosûn polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser nebedîkiriyan axivî û got, ‘’Polîtîkaya nebedîkirinê ya dema destgîr kirinê salên 90’î politikaya dewletê bû û bi rengekî sistematik dihate kirin. Armanca vê polîtîkayê ew bû ku hemû muxalîfên vî welatî, nexaasim jî Kurdan tine bike û bipirnisîne. Dayikên Şemiyê li dijî vê polîtîkayê berxwedanek dane destpêkirin. Dema ku nû derketin Galatasarayê daxwaze wan ev bû: ‘’Bila kesên ku dema destgîrkirinê hatin nebedîkirin werin dîtin’’. Bi têkoşînê pêşiya vê girtin. Em ê vê têkoşînê geş bikin, nebediyên xwe bibînin û ji kesên ku nebedî kirine hesab bipirsin’’

EM LI TÊKOŞÎNA BI RÛMET XWEDÎ DERKEVIN

Tosun bang kir ku li Meydana Galatasarayê bicivin û domand, ‘’Di destgîrkirinê de nebedîkirin sûcê dijî mirovahiyê ye. Em li dijî nebediyên di destgîrkirinê de têdikoşin. Ev ne tenê peywira xizmên wan e, peywira me hemûyan e. Xwedîderketina li têkoşîna Dayikên Şemiyê xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li berxwedana birûmet a  Dayikên Şemiyê ya li Galatasarayê ya heftiya 700’î derkevin.’’