Jinên Ermenîstanê nameyek ji bo Ocalan nivisîn

Jinên li Ermenîstanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji derdorên navnetewî re şandin.

Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê Yekîtiya Jinên Azad ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji baloyozxaneyên DYA, Rûsya, NY û YE’yê re şandin.

Di nameye de hate gotin, ‘’Polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdan têne zanîn. Li dijî vê jî Kurdan her demê li ber xwe dane û têkoşiyane. Di vê têkoşînê de Birêz Abdullah Ocalan ku xwedî roleke mezin e û Kurd ji bo xwe mîna Rêber dibînin, ev 20 sal in girtî ye. Armanca dewleta Tirk a ji vê ew e ku di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de vîna Kurdan êsîr bigire. Li dijî vê Birêz Ocalan ev 20 sal in li ber xwe dide. Lê ev sê sal in ti agahî jê nayê standin. Ev rewş me dixe fikaran.’’

 ‘DIVÊ ZEXT LI SER DEWLETA  TIRK WERE KIRIN’

Bi berdewamî hate gotin, ‘’Em jin Birêz Abdulah Ocalan mînak şexsekî nabînin, rêberê gelê Kurd e. Em azadiya Birêz Abdullah Ocalan mîna azadiya xwe dibînni û her wiha mîna azadiya gelê Kurd, azadiya gelan jî dibînin.’’ Her wiha hate gotin, ‘’Em jinên li Ermenîstanê diyar dikin ku em tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan qebûl nakin. Di vê mijarê de divê DYA, NY, Rûsya û YE bi berpirsyariya xwe rabin.’’