KJAR’ê ji bo jinên Îranê deklarasyona çareseriyê par ve kir

Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji bo jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê deklarasyona çareseriyê par ve kir.

KJAR’ê di deklarasyonê de got çareseriya hemû arîşeyan bi azadiya jinê pêk tê û got, ‘’Heta ku arîşeya jinan çareser nebe pirsgirêka mirovahiyê çareser nabe’’.

Di deklarasyonê de rewşa berdest a jinên Îranê hate danîn. Di deklarasynê de zextên siyasî, aborî û civakî yên li ser jinê hatin destnîşankirin, li ser rewşa girtîgehan, zewazca zarokan nirxandin hatin kirin û pêşniyarên çareseriyê hatin rêzkirin.

KJAR’ê xwest ku destûr li gorî mafê mirovan were amadekirin, ji hişmendiya zayendîparêz, dînî, netewperwerî û yekrengî were xilaskirin û demokratîkbûn li ser hîmê dînamîka navxwe bi têkoşîna jin û gelan pêkan e.

KJAR rakirina bê şert û merc a darvekirinê weke peywira sereke ya mirovî diyar kir û azadiya kincan a jinan jî destnîşan kir.

Pêşniyarên çareseriyê yên KJAR’ê wiha ne:

‘’1-Divê qanûnên destûrî beriya her tiştî li gorî wijdana gelan û mafê mirovan were rastkirin. Li gorî vê; divê yasayên berdest ji hişmendiya zayendîparêz, dînî, netewperwerî, yekreng were pakkirin. Bi vê çarçoweyê mafê jinan, neteweyên cuda, baweriyên cuda bi rengekî demokratîk divê werin naskirin.

2-Di sîstema Îranê de kes nikare pêşî lê bigire ku jin di erkên temsîla wekhev û rêveberiyê de cih bigire. Divê jin bi reng û rêveberiya xwe bikaribe xwe rê ve bibbe û li hemû qadên cameweriyê divê cih bigire.

3-Divê jin bikaribe li qada hiqûqê xwe vebêje, di daraz û qanûndanînê divê xwedî gotin be û ev jî hewcehiyeke sereke ye.

4-Li Îranê yek ji sedema krîza aborî ew e ku jin ji aboriyê têne dûrxistin. Ji bo vê jî jin, ku kirdeya aboriyê ne, divê di hemû peywirên aboriyê de hebin, azadiya aborî bi dest ve bîne û heqê keda xwe bê şert divê bi dest bixe. Di şexsê jinê de ku ji hêla aborî ve girêdayî mêr e, artêşa bêkaran hatiye avakirin. Ji krîzê derketina civakê bi wê ve têkildar e ku jin li hemû qadên aboriyê hebin.

5-Rêgeza mirov û civaka azad; mirov berhema civaka dîrokî ye, halê wê yê berbiçav û rojane ye. Pêkhatina mirovî bê civakê ne pêkan e. Pêkhatine azadiya mirovî û civakî bi lihevkirina mafên mirovî û kolektif e. Ji bo pêkhatine hevsenga optimal a di navbera mirov û civakê de, divê azadiya mirovî û civakî ya jinê pêk were, ku jin di kana têkiliyên civakî de ye.

6-Rêgeza wekheviyê: Civak ji cihêrengiyan pêk tê. Ji bo vê jî pêdivî bi wekheviyê, bi mafên wekhev heye û divê cihêtiyên civakî werin dîtin. Xwe dispêrê hişmendiya wekhev a ku cihêtiyan ji xwe re esas dibîne. Li gorî vê, wekhevhevî ew e ku cihêtiya xwe ya ku ji sirûşta hebûnên civakî tên bijîn, azadiya xwe bikaribin bijîn û bidin jiyîn, domdarkirin û berbelavkirin.  Di kana hemû newekheviyên civakê de jin heye. Ji bo vê jî, heta ku hişmendiya zayendî pêk neyê, mirov nikare behsa wekheviya rastîn a civakê bike.

7-Li Îranê ji bo ku jin li ti qadên cameweriyê bi azadiyê cih nagirin, ji bo ku tevlî aktîvîteyên hunerî û sporî nabin, ev dibe sedem ku behremendî û enerjiya hunerî ya jinê ko bibe. Ji bo vê jî divê qadên huner û sporê vebin ku jin bikaribin rihê xwe bi azadî lê bibêjin û divê dawî li qedexeyan were.

8-Divê bi yasayî dawî li zewicandina zarokên keç were. Bi vê re têkildar divê dawî li cureyên zewacê yên mîna sîxe, mutayê were û li ser vê mijarê mîsogeriya jinê ji bo jinê hebe. Ev gavên li derî vîna jinê, dibe sedem ku jin ji hêla rih, fizîkî û rûmetî ve birîndar bibin, ji hêla psikolojik ve birûxin û sincê civakî jî dipişêvin.

9- Beriya her tiştî darvekirin ku kirineke derî serdemê ye û derî mirovî ye, rakirina wê ya bê şert û merc peywireke mirovî ye. Şertên zindanê ji her hêlê ve divê werin başkirin, mafên perwerdehî, tenduristî û hiqûqî divê werin mîsogerkirin. Her girtî divê bikaribe xwedî wî mafî be ku bikaribe xwe biparêze.

10-Hemû mijarên li jor hatine diyarkirin, daxwazên bi mafên demokratîk in. Weke ku tê zanîn, KJAR alîgir e ku arîşeyên heyî bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike. Lê li dij israra wê pergalê ku jin têne kuştin, jinan dikine amûra her cure bêexlaqiyê, hay jê heye ku xwedî mafê xweparastina meşrû ye. Ji ber ku li dijî her cure neheqiyê yêkoşîn meşrû û ras te. Ji bo vê jî, avakirina hişmendiya xweparastina rewa yek ji peywira sereke ya KJAR’ê ye.

11-Îran ji hêla civakî ve xwedî taybetmendiyên pir nasnameyî û pir çandî ye. Ti nasnameya zayendî, dînî, bawerî û etnîk ji yên din ne mezintir e. Ti nasname nikare were çewisandin, asîmîlekirin, tinekirin û vederkirin.

12-Her jin xwedî wê azadiyê ye ku kîjan kincê dixwaze, dikare li xwe bike. Di aktîvîteyên geşt, spos û sosyal de jiyana bi azadî mafê herî sirûştî yê jinê ye.

13-Rêgaza rêxistiniyê ku hîmê azadiyê ye, damara serek ya azadiya jinê û civakê ye. Ji bo vê jî bi rengekî bihêz, bivîn û rihê yekitiya hevpar û hişmendiya têkoşîna rêxistinî em xeyalên azadiyê yên jinê pêk bînin.

14-KJAR li dijî hemû êrîşên li ser jinan, li ser xeta îdeolojîk, siyasî, aborî û civakî têkoşînê esas dibîne.

Mijarên ku li jor em li ser rawestiyane, daxwazên kurt ên derbarê maf û azadiyê jinê ne û projeyên me yên çareseriyê ne. Helbet ji bo azadî were mîsogerkirin divê têkoşînên geştir hebin. Ji bo vê jî peywirên mezin dikevin ser jinan. Şert e ku bi pêşengiya jinên Kurd jinên Fars, Belûc, Ereb, Ezerî û hemû jinên Îranî ji hêla saziyan ve bibin yek, bi taybetî di qadên cameweriyê û saziyan de, jinên peywirdar bihistyar bin û çalakger bin. Divê were zanîn têkoşîna azadiyê berdêl û kedeke mezin hewce dike. Ên ku rêxistinî tênekoşin nikarin têkoşîna azadiyê bidin. Ji bo vê, jin xwedî wê hêzê ne ku dikarin rejîmên zordar birûxînin, bes ku bi xwe bawer bin.

Em KJAR bawer dikin ku potansiyela jinan a Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bibe yek wê enerjiyeke mezin derkeve holê û bi xwe re guherîneke mezin bîne. Em hay jê hene ku tenê bi vê baweriyê em dikarin xwedî li mîrate û bîranîna hemû jinên têkoşer xwedî derkevin.’’