Kişanak pirtûka, 'Rengê Xemrî ya Siyaseta Kurd' nivîsî

Gulten Kişanak a rehînkirî li gel jinên girtî pirtûkeke bi navê 'Rengê Xemrî ya Siyaseta Kurd' nivîsî. Pirtûk 21'ê Îlonê wê li refan be.

Pirtûka 'Kürt Siyasetinin Mor Rengi' ('Rengê Xemrî ya Ssiyaseta Kurd') tecrûbeyên jinên ku di siyaseta xwecih û giştî de peywirdar bûne û niha li girtîgehê ne, ji Weşanên Dîpnotê derket û 21'ê Îlonê wê di nav refên pirtûkan de cih bigire. Pirtûka ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak nivîsî, ku qeyûm hatibû şûna wê û niha li Girtîgeha Kandirayê ye, jinên siyasetmedar ên li girtîgehê jî destek danê.

VÎN Û SERKEFTINAN JINAN JÎ TÊ DE CIH GIRT

Nivîsên di pirtûkê de, berbiçav dike ku têkoşîna li qada siyasî ya jinên Kurd pergala zilamserwer çawa bi paş xistiye, çawa xetên wê yên tevlîhev û carinan nixumandî berbiçav kiriye, vedibêje.

Di pirtûkê de vîn û biryardariya jinê ya li dijî pergala zilamserwer jî tê vegotin.

ÊN KU JI PIRTÛKÊ RE NIVÎSÎN

Kesên ku ji pirtûkê re nivîsîn: "Aysel Tugluk, Burcu Çelîk Ozkan, Çaglar Demîrel, Dîba Keskîn, Dîlek Hatipoglu, Edîbe Şahîn, Evîn Keve, Fatma Dogan, Fîgen Yüksekdag, Gulser Yildirim, Leyla Guven, Nurhayat Altun, Sara Kaya, Sadiye Suer Baran, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Servîn Karakoç, Yildiz Çetîn, Zeynep Han Bingol, Zeynep Sîpçîk, Mukaddes Kubiîay."

Diyar bû ku dahata ji pirtûkê wê diyarî malên xwendina jinan bikin.