Di lêpirsînê de cihê bûyerê nehate lêkolînkirin

Di lêpirsîna di derbarê kuştina Meryem Sûne ya di berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê de ji aliyê hêzên Tirk ve, derket holê lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin.

Meryem Sûne li navçeya Cizîr a Şirnexê di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de 8’ê Îlonê li ber deriyê mala xwe ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû gulekirin û ji ber ku ambûlans nehatibû ji ber herikîna xwînê ya li ser hinavan jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo cenazeyê Sune xirabnebe yek ji kesên ku cara yekem cenazeyê wê xistibûn nava sarincan bû. Lêpirsîna ku ev 3 sal in dom dike tenê ji bo qetlîamê binixûmînine.

Hate ragihandin ku di detayên lêpirsînê de tîmên ji bo lêkolînkirina cihê bûyerê hatibûn erkdarkirin bi îdîaya ‘Herêm ne bi ewle ye’ lêkolîn pêk neanîbûn. Daneyên di dosyaya têkildarî bûyerê cih girtibûn de beriya ku Sûne bê qetilkirin ji kolana ku mala wê lê bû bi dehan car ixbar hatiye kirin.

HINCET AMADE YE ‘HERÊM NE BI EWLE YE’

Di detayên têkildarî lêkolînkirina cihê bûyerê de ya ku îxbar kirin hincet û pêk nehatin ev tişt hene: “Her çendî ji bo lêkolînkirina cihê bûyerê hatibe xwestin jî kolana cihê bûyerê rê û derdorî wê (Kolana Berîvan û Saltik) dîsa taxa Yafes li kolanan di navbera endamên rêxistin û hezên emniyetê şer hebû û agahiyên ku dibe bi molotofkoktey, bombeyên destan, bi çekên lûle dirêj û roketan êrîş bikin, di rewşeke wiha de ewlekariya wesayîtên emniyetê û personelan bi rîsk e.

 ‘DEMA LI PEY DENGÊ ZAROKAN DIÇÛ HATE QETILKIRIN’

Di îfadeya têkildarî bûyerê ya malbatê de hate diyarkirin ku dema Sûne bi dengê qîrîn û hewara zarokan çû ji der ve ya li baxçeyê wê demê hatiye qetilkirin. Di îfadeya malbatê de ev tişt hatibû gotin: Dema em bi qîrîn û hewara zarokan ve çûn derve me Meryem bi awayekî birîndar li erdê dît. Piştre hema bi lez em li ambûlansê geriyan lê nehat. Piştre li taxê em li dixtorekê geriyan û me anî, dixtor diyar kir ku xwîn diherike hinavan û divê li nexweşxaneyê bê razandin. Em piştre li ambûlansê geriyan bi gotina; ‘Ne bi ewle ye em nikarin werin’. Meryem piştî demek kin jiyana xwe ji dest da. Piştre em li baxçeyê cîranan rawesta, piştre jî me xiste sarincê.

Piştî mirina Sûne ya bi rojekê li ser hewldanên wekîlên HDP’ê cenazeyê wê bi ambûlansa hatî cihê bûyerê hatibû rakirina nexweşxaneyê.