Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîştin qada nobedê ya li Tişrînê

Şêniyên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku ji bo tevlî çalakiya nobedê ya li Bendava Tişrînê bibin bi rê ketin, gihîştin qada nobedê.

Li hemberî êrîşên li ser Bendava Tişrînê ku ji bo gelê sivîl ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e, gel şeş roj in di çalakiya nobedê de ye.

Li gel êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê gelek kes ji bo tevlî çalakiya nobedê bibin bi rê ketin.

Hate ragihandin ku gel bi dema herêmî saet di 16:10'an de gihîştiye qada nobedê.

Beşdarên nû bi tilîlî, govend û dirûşman hatin pêşwazîkirin.