27 jin tevlî nava refên YPJ'ê bûn

27 şervanên nû li Akademiya Ş. Rojda Minbic a YPJ'ê dewreya xwe ya perwerdeyê qedandin û tevlî nava refên YPJ'ê bûn.

Li akademiya Ş.Rojda Minbic a Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), berî du mehan bi tevlîbûna 27 şervanan dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Darîn Minbic dest pê kiribû.

Di perwerdeyê de waneyên leşkerî û fikirî hatin dayîn. Di dawiya perwerdeyê de merasîmek hate organîzekirin.

Piştî merasîma leşkerî, ji fermandarên YPJ'ê Zinarîn Qamişlo axivî. Qamişlo bidawîbûna perwerdeyê li şervanan pîroz kir û got, êdî ev şervan dibin xwedî ruhekî berpirsyar.

Şervanên ku perwerdeya xwe qedandin kêfxweşiya xwe anîn ziman û bang li jinan kirin ku ji bo azadkirina xwe bixebitin.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.