Êrîş birin ser Dayikên Şemiyê, 11 kes hatin destgîrkirin

Rejîma AKP’ê çalakiya heftiya 700’î ya Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê qedexe kir û êrîş bire ser dayikan. 11 kes hatin destgîrkirin. Dayikan gotin, ‘Ev meydan a me ye’.

Wezîrê Karê Navxwe  çalakiya Dayikên Şemiyê ya heftiya 700’î deqedexe kir û li ser vê yekê polîsan mudaxaleyî dayikan kir. Polîsan di mudaxaleyê de 11 kesên ku xwestin tev li çalakiyê bibin destgîr kir. Keça Fehmî Tosun Besna Tosun, bertek nîşanî mudaxaleya polîsan da û got: “Em 23 sal in têne vê qadê. Ez li bavê xwe digerim. Ev qad ya me ye û mirêka we ye."

 Dayikên Şemiyê xwestin di hefteya 700'î de bi girseyî çalakiya xwe ya Şemiyê li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Lê Wezîrê Karê Navxwe destûr neda çalakiyê û li ser fermana Wezîr polîsan destûr nedan çalakiyê û mudaxaleyî çalakiya Dayikên Şemiyê kirin. Mirovên şemiyê ku li ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û meşiyan qada Galatasarayê rastî astengî û êrîşa polîsan hatin. Polîsan di mudaxaleya çalakiyê de 11 kes destgîr kirin.

 ‘BIÇIN CIHÊ GIRTÎ!'

Polîsan diyar kirin ku qad ji aliyê Wezareta Karê Navxwe ve hatiye qedexekirin û destûr nedan ku dayik û mirovên şemiyê biçin qade. Polîsan got "Ev der Kolana Îstîklalê ye, ne qada kombûnêye. Herin cihê girtî. Hûn li cihê girtî çi dikin bikin."

 ‘EM 23 SAL IN LI VÊ QADÊ NE'

 Keça Fehmî Tosun Besna Tosun bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “23 sal in em tên vê qadê û aqûbeta windayan dipirsin. Ez li vê qadê li bavê xwe digerim. Ev qada me ye. mirêka we ye." Xizmekî din ê windayan ji bertek nîşanî polîsan da u got: "Ev qad mirêka we ye. Baş li vê mirikê binerin. We em kuştin. Niha jî hûn me ji vir dûr dixin."

 BI LÊDANÊ BINÇAV KIRIN

 Xizmên windayan ên rastî mudaxaleya polîsan hatin, bertekên xwe li Qada İstiklalê jî anîn ziman. Polîsan jî nexwestin xizmên windayan li qadê kom bibin û mudaxale kirin. Polîsan ên mudaxaleyî xizmên windayan kirin gelek kes bi lêdanê destgîr kirin. Polîsan di mudaxaleyê de Maside Ocak, Ali Ocak, Hasan Karakoç, Sebla Arcan, Faruk Eren jî di navde 11 kes bi lêdanê destgîr kirin. Polîsan xwestin Besna Tosun û Dayika Hasan Ocak Emine Ocak jî destgîr  bikin û derb li wan dan. Lê li ser berteka komê polîsan Emine Ocak serbest berdan. Emîne Ocak piştre bertek nîşanî polîsan dan û got: "Hûn çi ji me û zarokên me dixwazin."

 EV ZILM E

 Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu jî bertek nîşanî mudaxaleya polisan da û got: "Ev zilm e."

Xizmên windayan piştre li kafe û dikanên derdorê rawestina xwe berdewam kirin.