Çalakiyên li dijî desteserkirinê: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
Li dijî destserkirina Şaredariya Akdenîzê û binçavkirinan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama “Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin” hat dayin.
Li dijî destserkirina Şaredariya Akdenîzê û binçavkirinan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama “Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin” hat dayin.
MÊRDÎN
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê destserkirina şaredariyan şermezar kir. Tevî astengiya polîsan jî girseya gel heta ber avahiya DEM Partiyê meşiya, pankarta “Qeyûm darbe ye, dest nede vîna min" vekirin û bi dirûşmeyan bertekên xwe anîn ziman.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr diyar kir ku qeyûm 190 karker ji kar derxistiye û got, “Hurmetê nîşanî vîna gel bidin. Hûn ê bi van polîtîkayan winda bikin.” Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî xwest ku qeyûm paşve bûn kişandin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê ji aliyê Şaxa Karsaziya Giştî ya DÎSK'ê ve li dijî desteserkirinê çalakî hat lidarxistin. Partiyên CHP, DBP û DEM Partî jî piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tayînkirina qeyûman derbeya li vîna gel û demokrasiyê ye. Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî got, “Qeyûm zirarê didin aramiya gel. Divê hevalên me yên girtî bên berdan û şaredariyan radestî vîna gel bikin.”
ÎZMÎR
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta "Em xwedî li aştî û vîna xwe derdikevin” hat vekirin û gelek caran dirûşmeyên li dijî destserkirinê hatin berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin diyar kir ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û got, "Ev operasyon ne tenê li dijî Kurdan, êrîşeke li dijî hiqûqê ye."