Dayikên Şemiyê bang li Soylû kirin: Hêza te têra me nake!

Dayikên Şemiyê bersiv dane rejîma AKP’ê û Suleyman Soylû, bal kişandin ku wê berxwedana xwe bidomînin.

Dayikên Şemiyê û Şaxa ÎHD'ê di hefteya 700’emîn de dema xwestin bi girseyî li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin û aqûbeta windayan bipirsin, rastî êrîşa polîsan hatibûn û 47 kes hatin destgîr kirin û berdan. Piştre Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soylû daxuyanî dabû û êrîşa polîsan parastibû. Dayikan bertek nîşanî helwesta Wezîr Soylu dan û diyar kirin ku ew dê têkoşîna xwa berdewam bikin. Dayikên Şemiyê, anîn ziman ku ew ê çalakiya xwe berdewam bikin. Komeleya ÎHD'ê ya Stenbol û Dayikên Şemiyê, tundiya polisan û daxuyaniya Wezîr şermezar kirin. Xizmên windayan li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Em dê dest ji lêgera windayan berdendin." vekirin û wêneyên windayan rakirin.

Ji Dayika Şemiyê Emine Ocak, Îkbal Eren, Hanîfe Yildiz, Maside Ocak, Besna Tosun, Hanim Tosun, Mirovên Şemiyê Mîkail Kirbayır, Huseyin Ocak, Alî Ocak, Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, Oya Ersoy, Ahmet Şik, Parlamenterê CHP'ê Ali Şeker û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da.

‘EV QEDEXEYEK KEYFÎ BÛ'

Yolerî, anî ziman ku biryara qedexeya Wezirê Karê Navxwe Suleyman Soylu ya 700'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê biryarek keyfî bû û wiha got: “Mirovên ji bo piştevaniya Dayikên Şemiyê hatin qadê rastî êrîşa polîsan hatin. Dayika Şemiyê Emine Ocak rastî lêdanê hat. Xizmên windayan jî di navde 47 Mirovên Şemiyê bi lêdanê hatin binçavkirin. Dayikên Şemiyê 23 salin ji bo windayan bibînin her Şemî li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk tînin. Her hefte kom dibin û edaletê dixwazin."

'SOYLU DIXWAZE SÛCÊ DEWLETÊ VEŞÊRE'

Yolerî, destnîşan kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700'emîn çalakiyek aştiyane bû û wiha got: "Di vê çalakiyê de tenê daxwaza edaletê hebû. Li gel vê yekê polîsan bi fermana Wezîr Suleyman Soylu mudaxa kirin. Suleyman Soylu bi vê mudaxaleyê xwest sûcê dewletê bincil bike. Dewletê 31 sal şûnde li sûcê xwe mikur hat. Tayyip Erdogna di 5'ê Sibata 2011’an de li Dolmabahçe bi Dayikên Şemiyê re hat cem hev. Soz da dayika dayika Cemil Kirbayır Dayik Berfo. Li ser vê sozê li Meclîsê Komîsyon hat avakirin. Di vê raporê de diyar kirin ku 31 sal berê Cemil Kırbayir xwe di camê de avêt û reviya. Mikur hatin ku Cemil hatiye binçavkirin. Lê derew kirin ku Cemîl reviya ye. Cemîl di bin çavan de kuştin. Devletê 31 sal şûnde li sûcê xwe mikur hat.

Yoleri, destnîşan kir ku hesreta Dayikên Şemiyê ew e ku xwe bigînin hestiyên zarokên xwe û edalet cihê xwe bibîne û wiha got: "Qanûna bingehîn mafê demokratîk xistiye bin ewlehiyê. Ji bo parastina van mafan erka dewletê ye. êrîşa li dijî dayikan keyfî ye û çalakiyên 699 hefte provoke kiriye. Em vê êrîşê carek din şermezar dikin. Lêgerîna me ya windayan dê bidome."

‘EZ BI ŞIKLÊ DOZDAR LI VIR IM’

Piştî daxuyaniyê birayê Cemîl Kirbayir, Mikaîl Kirbayir jî diyar kir ku xizmên windayan bi şiklê ku ‘dozdar im” li vir e û wiha axivî: “A sûcdar dewlet e. Yên dewletê birêve dibin. Çawa ku mafê jiyanê ya ji destê Cemîl girtin, gorê jî nadinê. Em li pey şopa Cemîl in. Yên dewletê birêve dibin, kirin ku Cemîl Kirbayir fîrar bike. Der barê windakirina Cemîl de her tişt hat amadekirin û şahid hatine guhdarkirin. Lê wek encamê Cemîl dema di binçavan de ye îşeknce lê tê kirin û qetilkirin. Cenazeyê wî jî ji aliyê van kesan ve hat tunekirin. Ji bo vê raporê girliyê sûç hat kirin. Lê hêj bersiv nedane me.”

‘EM WÊREKIYA XWE JI MAFDARIYA XWE DISTÎNIN’

Kirbakiyr anî ziman ku 23 sal e ew bi berxwedana xwe ya bêndeng dewletê mûxatab digirin û heqaniya xwe tînin ziman û got: “Yên canê me ji me kirin û birin neheqin. Em ji bo vê têdikoşin. Em di bin mudaxeleya vî û wî de tevnagerin. Em îradeya xwe û wêrekiya xwe ji mafdariya xwe digirin. Te winda kiriye. Em ji te dozdar in. Tu nikarî me ji vê qadê bibî û li me qedexe bikî. Peywîra te ne ew e me ji wir dûr bikî. Peywîra te ew e tu werî wir li me guhdar bikî. Ji kerema xwe were û li me guhdar bike.”

'EM NE EŞYAYAN CANÊN XWE JI WE DIXWAZIN’

Bi dû Kirbayir re dayika Murat Yildiz, Hanîfe Yildiz jî destnîşan kir ku ew di 1996’an de çûye Enqereyê û bi hemû rayedaran re hevdîtin kiriye û lê meseleyê di ser guhê de avêtine. Yildiz wiha got: “Ez li ewladê xwe digerim, kî xwedî li min û doza min derkeve ez ê li gel wan bim. Ez wek dayika Murat hatim vir, lê min nêrî ku gellek Murat hene. Ez dayika wan im jî.” Yildiz bi bîr xist ku ew jî di civîna bi Erdogan re ya li Dolmabahçeyê hebûye û wiha domand: “Erdogan xwe bi meseleya me nîşan da. Suleyman Soylu jî xwe da nîşandan. Ya min anî vir kezeba min e. Dewletê kurê min bir û niha jî nikarim kurê xwe ji dewletê bigirim. Em ji we eşya naxwazin. Em ji we canên xwe dixwazin.”

‘DAYIKBÛN TIŞTEK DIN E SULEYMAN SOYLÛ, TU PÊ NIZANÎ’

Xwişka Hayrettîn Eren ê hat windakirin Îkbal Eren jî bertek nîşanî Suleyman Soylû da û wiha got: “Roja 25’ê tebaxê wek ‘Şemiya reş’ derbasî qeydan bû. Dayikbûn nayê îstîsmarkirin. Dayikê tê lêgerînkirin. Dayika Emîne, Hasan Ocak ji çalê derxist. Hûn behsa kîjan îstîsmariyê dikin? Suleyman Soylu tu van nizanî? Yê li ser serê te dayikan rewa kiribû. Niha jî tu dayikbûna me înkar dikî. Ne çifte û ne jî gaza we dikare me bisekinîne. Hûn jî mafdar in, hûn xwe bi xwe bidarizînin. Mehmet Agar jî şîrîkê we ye. Tu hêza we nikare me bêdeng ike. Wê lêgerîma me ya edaletê dewam bike. Dayikbûn tiştek din e Suleyman Soylu tu pê nizanî.”