Li Akdenîzê berxwedan: Gel bendên polîsan hilweşandin
Nerazîbûna gel a li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê dewam dike. Gel bendên polîsan hilweşandin û ber bi şaredariyê ve dest bi meşê kirin.
Nerazîbûna gel a li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê dewam dike. Gel bendên polîsan hilweşandin û ber bi şaredariyê ve dest bi meşê kirin.
Nerazîbûna gel a li dijî desteserkirina şaredariyê Akdenîz a Mersînê dewam dike. Piştî daxuyaniya ku li Parka Zarokê Azad hat dayîn, gel ber bi şaredariyê ve meşiya. Polîsan bi hinceta "destûr nehatiye girtin" hewl dan meşê asteng bikin û êrîşî gel kirin. Li vir gelek kes ji ber tundiya polîsan birîndar bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Mersînê Perîhan Koca, nerazîbûn nîşanî serekên polîsan da û got: "Ma tu Xwedê yî?"Li ser vê bersiva serekên polîsan ‘erê’ bal kişand. Di vê navberê de endamek Dayikên Aştiyê ji ser hişê xwe çû. Dayika Aştiyê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Tevî mûdaxeleya polîsan jî, gel paşve gav neavêt û bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” meşa xwe dewam kirin. Dayikên Aştiyê bi gotina “Em ji we û çekên we jî natirsin” nerazîbûna xwe nîşan dan. Li vir nûçegihana PÎRHA’yê Fatoş Sarikaya ji aliyê polîsan ve hat derbkirin.
Gel barîkatên polîsan hilweşandin û bi berzkirina dirûşmeyan ber bi şaredariyê ve meşiyan. Meş piştî ku rêyên diçin şaredariyê hatin girtin, li ber avahiya bajêr a DEM Partiyê ku nêzî şaredariyê ye bi dawî bû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Hûseyîn Olan li vir axivî û got, “Li vir 3 roj in bêhiqûqiyek heye. Ev bêhiqûqî bi desteserkirina îradeya gel dewam kir. Hevrêyên me bi biryarek dijhiqûqê hatin girtin. Hewl dan mafê me yê nerazîbûnê, desteser bikin. Daxwaza me ya çûyîna ber şaredariyê bi awayekî bêhiqûqî hat astengkirin. Ev gel ti carî li ber we serî nedanî û dê nedane jî. Em ê ti carî teslîmê we nebin. Ev gel dê îradeya xwe teslîmê we neke. Di van rojên ku behsa aştiyê tê kirin de we şaredariya gel desteser kir. Qeyûm ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê pirsgirêka her kesî ye. Ev gel sed sal in serî li ber we nedaniye. Dev ji desteserkirina îradeya gel berdin. Em ê xwedî li şaredariyên xwe derkevin.”
Di çalakiyê de ji bo meşa saet di 19:00’an a li ber avahiya navçeya Akdenîz a DEM Partiyê bê lidarxistin, bang hat kirin.