BI DÎMEN

Li gel teknîka dagirkeran êrîş têne şikandin

Şervanên YPJ'ê ku 37 roj in li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, diyar kirin ku bi Şerê Gel ê Şoreşgerî wê bi ser bikevin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê 37 roj in bê navber dewam dikin. Şervanên YPJ, YPG û QSD'ê di nava vê demê de êrîşên dagirkeran û çeteyan heta niha şikandin. Şervanên YPJ'ê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku li Bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî tê kirin.

ÇETE DIREVIN

Şervana YPJ'ê Berxwedan Qamişlo ya Kurd, ku 37 roj in li Bendava Tişrînê li ber xwe dide got, "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker rojên dawî hîn giran bûn. Bi balafirên şer, keşfê û çekên giran êrişan dikin. Li gel teknîka dawî jî êrîşên giran hatin şikandin. Li hemberî van êrîşan berxwedaneke dîrokî tê kirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek kuştî û birîndar da. Nekarîn li hemberî berxwedana me bisekinin û alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hiştin û reviyan."

BANGA JI BO MEZINKIRINA BERXWEDANÊ

Berxwedan Qamişlo anî ziman ku gel bi hatina li Bendava Tişrînê re hêza manewî dide şervanên xwe ku av, bendav û welatê xwe diparêzin û got, "Em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin. Gel di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de xwe bi rêxistin kir. Hatina gel a li Bendava Tişrînê ji bo şervanan bû moraleke mezin. Cewherê Şerê Gel ê Şoreşgerî ev e. Gel bi berxwedanê xwedî li xaka xwe derdikeve. Divê her mirovekî me bi hemû hêza xwe tevlî berxwedanê bibe."

DI TÊKOŞÎNÊ DE BI BIRYAR IN

Şervana YPJ'ê Şîraz Nîdal a Ereb jî bal kişand ser coş û moralê şervanên YPJ, YPG û QSD'ê û got, "Li gel derfetên kêm ê li ber destê xwe, dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya me bişikîne. Li gel êrîşên hewayî û bejahî jî di her êrîşê de poşman dibin û vedigerin. Berxwedan û îradeya me ji teknîka wan xurtir e. Bi balafirên xwe yên şer û keşfê, bi çekên xwe yên giran nikarin bi îradeya me. Me her tim li ber xwe dan, em ê tawîzê ji berxwedanê nedin."

DIVÊ GEL PIŞTEVANIYÊ XURT BIKE

Şîraz Nîdal anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina li Bendava Tişrînê berxwedanê xurt dikin û got, "Gel li dora Şerê Gel ê Şoreşgerî gihîşt hev. Ji bo parastina av, bendav û welatê xwe îro li Tişrînê ye. Vê helwesta gel moral da şervanan, manewiyata wan xurt kir. Em ewladên vî gelî ne. Berxwedana gelan careke din nîşan da ku em ewladên gelekî xurt in. Lewma dijmin wê nikaribe îradeya me bişikîne, em ê bi şer li ber xwe bidin."

Şîraz Nîdal bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku piştevaniyê xurt bikin.