Girtiya nexweş Bozan terkî mirinê kirin

Girtiya Nexweş Dîcle Bozan ku li şûna were emeliyatkirin, bi hinceta ‘mekîne xirabe ye’ û ‘doktor nîn in’ tedawiya wê nayê kirin, li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê terkî mirinê kirin.

Girtiya nexweş Dîcle Bozan ku divê emeliyat bibe, bi hinceta ‘makîne xerabe ye’, ‘doktor nîn in’ dermankirina wê tê astengkirin û li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xaprêtê terkî mirinê kirin. Parêzera wê Gulîzer Tuncer destnîşan kir ku wan gelek caran serî li Dozgeriya Komarê ya Xarpêtê û dadgeriya înfazê dane û serlêdanên wan bê encam mane.

Dîcle Bozan a li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê girtiye û çîpek wê hatiye birîn, roviyên wê jî ji derve ne û divê demildest bê dermankirin. Lê bi hinceta doktor nîn in û makîne xerabeye nayê emeliyatkirin.

Dîcleyê di nameya xwe de diyar kir ku ew nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne û di heman demê de ji ber nexweşiya epîlepsiyê di hucreyê de ji  hişê xwe diçe û divê demildest bê dermankirin.

Dîcle ya ji ber parçeyên şarapnelê ya di bedena wê de û ji ber roviyan divê bê emeliyatkirin, diyar bu ku 5 caran birine Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê lê nebirine cem bijîşk û mafê tenduristiya wê ji dest hatiye girtin. Hat diyarkirin ku bi hinceta bijîşk tune ye ji rîngê dernexistine û carekê jî 5 saetan di rîngê de hatiye sekiandin. Dîcleyê ev rewş wek şîdeta derûnî nirxand û got ew dixwaze bê dermankirin.

Dîcleyê bi lêv kir ku wê pirsgirêkên xwe ji bijîşkê girtîgehê re vegotiye û wî jî gotiye ‘ji min re çi’ û anî ziman ku bijîşk ji her pirsgirêkê re dibêje ‘derûnî ye’, ji ber vê naxwaze biçe revîrê.

Dîcleyê destnîşan kir ku ji ber li hember kamerayên li girtîgehê cezayê hücreye lê birîn e.

Li gorÎ nûçeya JIN NEWS'ê Parêzer Gulîzar Tuncer got, wê ji bo muvekîla xwe bi dehan carî serî li Dozgeriya Komara Xarpêtê û dadgeriya înfazê daye lê encam negirtine û domand,  “Ger bê emelyatkirin kesek refakatê bike dikare li Dîcleyê binêre. Pêkanîna li hember wê îşkence ye. Dermankirina wê tê astengkirin. Nexweşa giran e. Rapor li ber çavan nayê girtin. Em vê qebûl nakin. Divê demildest bê berdan.”

ÇI BÛBÛ

Dîcle Bozan di meha Nîsana 2017’an de li Dêrsîmê di şerekî de bi giranî birîndar bû, hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê. Çîpekî wê hat jêkirin û roviyên wê li derve, neçar ma bijî. Di nameyek xwe de wiha gotibû: “Ez ji hemû mafên xwe bêpar im. Roviyên min ji derve ne. Min bi dehan caran ji bo nexweşxaneyê daxwazname nivîsî. Hemû serlêdanên min bê encam man. Ez emeliyat nebim wê zirarên cidî pêk bên.”