Endama KCD’ê Dîlek Adsan jiyana xwe ji dest da

Endama Dîwana Hevseroktiya KCD’ê jiyana xwe ji dest da.

Endama Dîwana Seroktiyê ya KCD’ê Dîlek Adsan li Nexweşxaneya Zanîngeha Gaziyê ku tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da. Adsan ku ji Amedê ji bo tedawiyê çûyî Enqerê û 12’ê Tebaxê piştî emeliyatê xwîn çû ser mêjî kiribûn bin lênerîna jidiyayî û 9 rojan bi vê rewşê bû.

Cenazeyê Adsan wê li Êlihê were veşartin.

Şûbeya Amedê ya Egîtim Senê piştî Adsan got, ‘’Di serî de serê malbatê û hevalên wê yên têkoşînê serê me sax be. Em ê te ji bîr nekin.’’

BI SALAN E TÊDIKOŞÎ

Dîle Adsan bi salan têkoşîna kedê dabû. Endamtiya Desteya Rêveberiya Navendî ya  KESK’ê û Hevseroktiya Şûbeya Amedê ya Egîtîm Senê jî kiribû.