Girtiyên jin: Li dijî zextan em ê dest bi çalakiyan bikin

Girtiyên jin ên di Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Xarpêtê nameyek şandin û qala zextan kir. Girtiyan diyar kirin heke zext bidomin ew ê dest bi çalakiyên bêîtaetiya sivîl bikin.

22 girtiyên jin ên di Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Xarpêtê de bi rêya parêzerên xwe name şandin û qala zextan kirin.

‘TENÊ DI QAWÎŞA ME DE 6 KAMERA HENE’

Nameya jinan wisa ye:

“Di 06.08.2018’an de ji Girtîgeha Tîpa T’yê ya Girtîgeha Xarpêtê em anîn vê girtîgeha ku berê Tîpa R bû lê piştre bi biryara Wezareta Edaletê bûbû Girtîgeha Jinan a Xarpêtê. Wekî ku tê zanîn girtîgehên Tîpa R’yê ji bo girtiyên nexweş hatiye dîzaynkirin û tenê di qawîşa me de 6 kamera û gelek paceyên çavdêriyê hene. Ev rewş li dijî azadî, hiqûq û nepeniya jiyana taybet a mirovan e.

Ji ber vê sedemê 2 hevalên me ji rakirina kamereyan bi rayedarên girtîgehê re civiyan. Ji bo rakirina van kamerayan name hatin şandin. Lê mixabin tu bersiveke erênî ji me re nehate dayîn. Ji bo ku nikaribe dîmenan qeyd bike, me jî ser van kamerayan girt. Ligel ku biryara rakirina kamerayan hatiye dayîn jî, hevalên me yên ku ser kamerayan girtine, cezayê hucreyê li wan hatiye birîn û bi ser de kameraya li hewşê hatiye vekirin.

’MAFÊ ME YÊ TENDIRUSTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN’

Ligel ku mafê me yê revîrê ji hefteyê rojek e, 20 rojan carekê me dibin revîrê. Bêyî ku mûayene were kirin, ji hemû nexweşiya me re dibêjn ‘ji stresê ye’ û me dişînin qawîşên me. Li ser me tê ferzkirin ku me yek bi yek derxînin revîrê. Ji ber vê me jî biryar daye ku em êdî neçin revîrê. Di sewqên nexweşxaneyan de tekmîla nîzama leşkerî tê ferzkirin û ji ber vê jî mafê me yê tendirustiyê tê binpêkirin.”

‘TECRÎD TÊ KIRIN’

Rêziknameya girtîgehê ya ku 10 sal berê hatibû rakirin bi Rewşa Awarte re êdî li gelek girtîgehan dîsa tê kirin. Li girtîgeha me jî ji ber sloganan ên ku ji mafê me yê fikr û ramanê ye, her hefte ceza tê dayîn. Hewl tê dayîn ku têkiliya me ya bi derve û malbata me re were qutkirin û bi awayekî sîstematîk tecrîd tê kirin. Gerînendeyê girtîgehê daxwaza hevdîtinê ya nûnerên me qebûl nake. Ji ber vê jî heta nûnerên me û daxwazên me were qebûlkirin, em ê dest bi çalakiyên bêîtaetiya sivîl bikin.”