TJK-E'yê ji bo mîtînga sibe ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir

TJK-E'yê biryara qedexekirinê ya Elmanyayê ya li ser Festîvala Çanda Kurd şermezar kir û bang kir ku her kes tevlî mîtînga li Dusseldorfê ya roja Şemiye bibe.

Tevgera Jinên Kurdistanê - Ewropa (TJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî biryara qedexekirinê ya Elmanyayê ya li ser Festîvala Çanda Kurd şermezar kir û bang kir ku her kes tevlî mîtînga Dusseldorfe ya roja Şemiyê bibe.

Di daxuyaniye de hate gotin, hişmendiya ku nekarî gelê Kurd bipirnisîne û gavekê jî bi paş bide avêtin Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd kiriye hedef, ku ji bo danasandina çanda Kurd li Ewropayê pir karîger bû û li Elmanyayê bi rengekî aştî dihate pîrozkirin.

DEWLETA ELMAN BI DOSTANÎ NÊZÎ KURDAN NABE

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Elman bi biryareke siyasî xwest ku par jî festîvalê asteng bike, lê gelê Kurd bi aştî û coşeke mezin festîval pîroz kiriye. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Elman bi taybetî van 3 salên dawî bi dostanî nêzî Kurdan nabe, li bara Kurdan helwesteke antî demokratîk nîşan dide û bazarên xwe yên gemarî yên bi dewleta Tirk a faşîst re carinan vekirî û carinan jî bi rengekî veşartî domandiye."

DEWLETA ELMAN DESTEKÊ DIDE FAŞÎZMA TIRK

TJK-E'yê ragihand ku ji hêla dadgeha Elman ve biryara astengkirina Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî biryareke siyasî ye û ji bo dewleta Elman qedexekirina çalakiyeke çandî ya domdirêj bêsiûdiyeke e, ku ev 25 sal in bi aştî tê pîrozkirin.

Her wiha hate gotin, dewleta Elman bi helwesteke antî demokratîk destek daye faşîzma Tirk û gelê Kurd û dostên wan li dijî vê helwest nîşan didin.

BANG

TJK-E’yê di dawiya daxuyaniya xwe de got ew biryara dewleta Elmanya ya ‘siyasi, aligir û bi dijminatiya Kurdan şermezar dikin, di seri de li Elmanyaye, bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku 8’ê Îlona 2018’an bi rengeki xurt tevlî mîtînga azadî û demokrasiyê ya li Dusseldorfê bibin.’’