Li Şedadê ji bo şehîdan merasîm û bîranîn

Li Şedadê endamê Hêzên Komando yê QSD'ê Ehmed Hemad hate veşartin. Ji bo şervanê QSD'ê Fehed jî bîranîn hate lidarxistin.

Şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Dilşêr (Ehmed Hemed Hemade) yê 11ˈê Çileya îsal dema erka xwe bi cih dianî li Dêrazorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li Şedadê hat oxirkirin. Di merasîmê de şervanê QSDˈê Fehed (Mihemed Mehmûd Hec Elî) yê 7ˈê Çileyê li Dêrazorê şehîd bûbû hat bibîranîn. Bi dehan şêniyên Şedadê, malbatên şehîdan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê ve hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya QSDˈê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Welade El Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Welade  El Mihemed got: "Şehîd ew kesên ku bi xwîna xwe destanên lehengiyê nîvisandin û ji bo azadiya rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirin."

Ji fermandarên Hêzên Komandos ên Dêrazorê Ebdullah El Ebid jî axivî û ev tişt got: "Em sersaxiyê ji xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin. Şehîd lehengên rastqîn û xwediyê doza nîştimanî ne. Şehîd ji bo azadiya gelan canê xwe dikin feda."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Ehmed Hemade bi dirûşme û tilîliyên dayikan hat definkirin.