Li Nîjeryayê herî kêm 40 cotkar hatin qetilkirin
Di êrîşa li Eyaleta Borno ya bakurrojhilatê Nîjeryayê ya Dewleta Îslamê ya Rojavayê Efrîqayê (ISWAP) de ku girêdayî çeteyên Boko Haram û DAÎŞ’ê ye, herî kêm 40 cotkar hatin qetilkirin.
Di êrîşa li Eyaleta Borno ya bakurrojhilatê Nîjeryayê ya Dewleta Îslamê ya Rojavayê Efrîqayê (ISWAP) de ku girêdayî çeteyên Boko Haram û DAÎŞ’ê ye, herî kêm 40 cotkar hatin qetilkirin.
Li gorî daxuyaniya Komîserê Enformasyona Eyaleya Bornoyê Usman Tar, êrîş şeva Yekşemê li herêma Dumba ya li qeraxa Gola Çadê pêk hatiye.
Usman Tar di daxuyaniya xwe de da zanîn ku kesên çekdar yên girêdayî ISWAP’ê cotkarên herêmê kom kirine li ser hev û dane ber guleyan. Tar destnîşan kir ku herêm di bin kontrola komên cîhadî de ye û li herêmê gelek mayin hatine bicihkirin û diyar kir ku sinorên herêma ewle ya cotkaran hatine derbaskirin.
Hikûmeta Eyaleta Bornoyê ragihand ku wan ji bo bêbandorkirina komên cîhadî ferman daye yekîneyên leşkerî. Herêma Gola Çadê weke herêmeke stratejîk tê zanîn ku komên çeteyan yên weke Boko Haram û ISWAP’ê ji bo êrîşan herêma berbehs weke bingehekê bi kar tînin.
Li gorî çavkaniyên istixbarata Nîjeryayê di encama êrîşê de dibe ku hejmara kesên hatine kuştin ji 100’î derbas bibe. Ev 14 sal in li herêmê êrîşên çeteyên weke Boko Haram û ISWAP’ê pêk tên. Ji ber şer û pevçûnên li herêmê heya niha zêdetirî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan kes jî ji cih warê xwe bûne.