Li Êlihê nobeda karkeran berdewam dike

Çalakiya nobedê ya ji bo piştevaniya ji bo 45 karkerên ku piştî desteserkirina Şaredariya Êlihê ji kar hatin avêtin, hatiye destpêkirin bi seredanên piştevaniyê û dayîna daxuyaniyan berdewam dike. 

Çalakiya nobedê ji aliyê Konfederasyona Şendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel- Îş) Şaxa Êlihê ve tê birêvebirin. 

Gelek kesan seredana çalakiya nobedê ya li hemberî jikarderxistina 45 karkeran a piştî desteserkirina şaredariyê hatiye destpêkirin, kir. 

Hevşaredarên Şaredariya Êlihê Gulîstan Sonuk û Yeşîl Işik, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê çûn seredana çalakiya nobedê kirin. 

Hevseroka Genel-Îşê ya Şaxa Êlihê Narîn Erol di çalakiya nobedê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji desteserkirina Şaredariya Êlihê heya niha 45 karker bi awayekî derqanûnî ji kar hatine derxistin û da zanîn ku ew ê li hemberî vê bêhiqûqiyê li ber xwe bidin. 

Hevşaredara Şaredariya Êlihê Gulîstan Sonuk a wezîfeya wê bi tayînkirina qeyûm hate desteserkirin jî destnîşan kir ku gelê Kurd, jin û feraseta şaredarvaniya demokratîk hedef tên girtin. 

Gulîstan Sonuk di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Duh Şaredariya me ya Akdenîzê bi awayekî derqanûnî hate desteserkirin û hevşaredarên me hatin girtin. Dixwazin di şaredariyan de feraseta yekpesestiyê bixin dewrê (…) lê belê em ê bi tu awayî bi paş de gav neavêjin.’’

Di çalakiyê de pankartên ku li ser navên karkerên ji kar hatine derxistin, hatî nivîsandin û pankarta li ser nivîsa ‘’Em li hemberî qirkirina karkerên şaredariyan di nobedê de ne’’ heyî  hatin vekirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya ‘’Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin’’ bi dawî bû.