Hevserokên jin ên HDP’ê yên bajaran li hev civiyan

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi hevserokên jin ên HDP’ê yên bajaran li hev civiyan. Di civînê de ew ê hilbijartina herêmî û xeta têkoşîna di pêvajoya nû de were nîqaşkirin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya hilbijartina herêmî û ya pêvajoya nû bi hevserokên jin ên HDP’ê yên bajaran re civiya.

EW Ê ÇI WERIN NÎQAŞKIRIN?

Di civînê de xebatên hevserokên jin ên bajaran, kêşeyên wan, geşkirina têkoşîna azadiya jinê ya li herêman ew ê were nîqaşkirin.

Ji bo serdema nû ew ê plansaziyên ji bo avakirina meclîsên jinan jî were kirin. Pêşniyazên di civînê de ew ê di rojên pêş de ji aliyê koordînasyona jinan were nirxandin.

Li 41 bajaran hevserokên jin ên HDP’ê hene û gelek ji wan niha di girtîgehê de ne.