SMJÊ: Di xeta Mam Zekî de em azadiya Ocalan misoger bikin

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî ji bo çalakiyên 1'ê Îlonê yên Roja Aştiyê ya Cîhanê bang li civaka Êzidî kir ku bi xurtî tevlî bibin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.

Sîwana Meclîsên Jinên Ezidî (SMJÊ) bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Jinên Êzidî wê 1'ê Îlonê di xeta Mam Zekî Şengalî de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşê geş bikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd re faşîzma AKP-MHP'ê dikare ji holê were rakirin.

SMJÊ işaret bi êrîşa dewleta Tirk a 15'ê Tebaxê ya li Şengalê kir û wiha dewam kir: "Hewl hate dayin ku bi êrîşa li Şengalê re di kesayeta Mam Zekî Şengalî de civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî yên li ser bîrdoziya azadiya jinê xwe bi rêxistin dikin, bi qirkirina fîzîkî û çandî werin tinekirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin û ciwanên Êzidî ji her demê bêhtir bi biryar û helwest in ku li ser xeta Mam Zekî Şengalî têkoşîna bîrdoziyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geş bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êzîdxaneke azad û xweser tenê li ser vê bingehê misoger dibe."

SMJÊ bang li tevahiya civaka Êzidî bi taybetî jin û ciwanan kir ku bi ruhê tifaqê roja 1'ê Îlonê tevlî çalakiyên protestoyî bibin û got, "Bi tenê bi yekgirtinek navxweyî wê di asta navneteweyî di serî de xeta hawayî ya Kurdistanê ji dewleta faşîst a Tirk re girtin. dîktator Erdogan û hevalbendên wî wê werin darizandin û li ser pîvana xweparastinê, xwerêvebirin û xwerêxistinkirinê wê jiyaneke azad pêk were."