TJK-E: Dilê dayikan ji faşîzmê xurtir e

Tevgera Jina Kurd a Ewropayê: Dewleta Tirk a faşîst û dûrî mirovahiyê divê zanibe, ev berxwedana Dayikên Şemiyê ya bi êşê, hêrsê, hêvî û bêrîkirinê wê geştir bibe.

Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê ((TJK-E) li ser êrîşa li ser Dayikên Şemiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakiya bi pêşengiya dayikên kesên ku hatine nebedîkirin, li gel êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û şertên dijwar ên sirûştê jî, 700 hefteyan domandiye.

TJK-E’yê êrîşa dewleta Tirk a li ser Dayikên Şemiyê ya di çalakiya hefteya 700’î de bi bîr xist û got, ‘’Divê dewleta Tirk a faşîst û dûrî mirovahiyê bizanibe, ev berxwedana Dayikên Şemiyê ya bi êşê, hêrsê, hêvî û bêrîkirinê wê geştir bibe. Ji niha û pê de jî, weke hefteyên bihurî, Dayikên/Mirovên Şemiyê ti caran wê serî li van êrîşan netewîne û heta ku kujer werin darizandin û dad pêk were wê bidome.

Em jinên Kurd ên li hemû deverên Ewropayê rêxistinî, êrîşên faşîst ên li ser Dayik/Mirovên Şemiyê bi hêrsekê şermezar dikin. Li her devera ku em lê ne, em ê di her şertî de li têkoşîna wan mafdar xwedî derkevin û ji bo ku em berxwedana wan a rûmetê ji bo hemû cîhanê ragihînin em ê li rex wan bin.’’