‘Hêrsa dayikan wê zora kujeran bibe’

Rojnameya jinê Newaya Jin ya mehane ku hijmara wê ya 162’an derketî, êrîşa dewletê ya bi ser çalakiya Dayikên Şemî ya heftiya 700’î de kire manşet. Êrîş bi sernavê ‘Hêrsa dayikan wê zora kujeran bibe’ şîrove kir û gihan ber xwendayên xwe.

Rojnameya Newya Jin ku bi hijmara Îlonê derketî, bal kişande ser mijarên çalakiya Dayikên Şemiyê, terisandinên civakî yên krîza aborî, mirina zarokan, polîtîkaya penaberan, qirkirina sirûştê, atmosfera Sûriyê û Rojava. Bi vê hijmarê re navên mîna Nazan Ustundag, Çarçel Engîzek û Rûşen Celal di rojnameyê de dest bi nivîsandinê kirin.

Halîde Turkoglu di nivîsa xwe de balê dikişine ser krîza rejîma şer ya ku AKP’ê ava kirî û bi bîr dixe ku ev di rastiya xwe de krîzên modernîteya kapîtalîst e.

Rojda Yildirim jî li ser têgiha  ‘jinanekirina hejariyê’ radiweste.

Nazan Ustundag jî li ser heman mijarê diyar dike ku krîza aborî herî pir bandorê li ser jinan dike.

Çarçel Engîzek jî bi nivîsa xwe balê dikişine ser kooperatîfbûna jinê.

Mujgan Halîs jî li ser dîrokiya çalakiya Dayikên Şemiyê disekine,

Yek ji nivîskara nû ya rojnameyê Rûşen Celal jî li dijî rewşa kambax a Tirkiyê divê mirov bibe xwedî çi pozîsyonê hin pêşniyar dike.

Zeryal Gul jî her wiha ‘li dijî operasyonên bêkokkirinê’ balkê dikişine ser ‘israr di mirovbûnê de’.

Ji bilî van nivîskaran gelek nivîskarên din jî bi mijarên cuda di rojnameyê de bi nivîsên xwe cih girtine û rojname dewlemend kirine, ku di nav van nivîskaran de hevseroka KCDK-EYê Fatoş Goksungur, Done Guzel, Esra Çîftçî, Vîldan Dîrik, Turkan Aslan, Hêvîdar Xalid hene.