Dayîkên Şemiyê li hev civiyan

Dayîkên Şemiyê di hefteya 702’an de li hev civiyan. Di çalakiyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn hate pirsîn. Dayîkên nerazîbûn nîşanî gotina ‘şovê nekin’ a polîsan dan.

Dayikên Şemiyê yên ku ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê hatine windakirin û daxwaza darizandina bersûcan bikin her heftê li Qada Galatasarayê kom dibin, xwestin çalakiya xwe ya hefteya 702’yemîn pêk bînin, lê polîsan destûr nedan û çalakî asteng kirin.

Dayikên Şemiyê, Xizmên Windayan, Mirovên Şemiyê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şik, Garo Paylan, Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglu, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl  ên li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Stenbolê kom bûn, xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Polîsên ku li ber Kolana Deriyê Parka Mezin a Cadeya Îstîklalê pêşiya girseyê girtin, destûr nedan biçin qadê û diyar kirin ku wê di çarçoveya biryara Qeymeqamtiya Beyoglû de destûr nedin bikevin Qada Galatasarayê.

 ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ HATE LIDARXISTIN

Girseyê li ser astengiyên polîsan li Kolana Parka Mezin dest bi çalakiya rûniştinê kir. Dayikên Şemiyê li vê derê daxuyanî da û aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn ê ku di 12’ê Îlona 1994’an de piştî ku hatibû destgîrkirin hatibû windakirin. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê xizmên windakiriyan Besna Tosûn hate dayîn. 

Tosûn, diyar kir ku ewê tu carî dest ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin û wiha axivî: “Windakirina di destgîriyê de, li dijî mirovahiya hiqûqî ya navneteweyî weke sûc tê naskirin. Mafê hemû kesan heye ku di destgîriyê de werin parastin. Em weke xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, di hefteya 702’yemîn de dixwazin dewlet vê peywira xwe bîne cih. Polîsan di hevdîtina me ya cara 700’emîn a Galatasarayê de, êrîşî me kirin, em derp kirin, bombeyên gazê bi ser me de barandin, îşkence li me kirin, em birîndar kirin û em destgîr kirin. Erdogan di sala 2011’an de bangî dayîkan kiribû û gotibû ‘Pirsgirêka we pirsgirêka kabîneya min e, tişta ji destê me were em ê bikin.’ Lê îro ev dayîk rastî heqaretên giran ên Wezîrê Karê Hûndir tên. Îro jî Qada me ya Galatasarayê bi TOMA’yan, makîneyên kar, bariyerên pola û betonan dorpêç kirin. Li dijî wêne û qûrnefîlên di destên me de, polîsên bi çekên giran li derdorê bi cih kirin.”