Girtiyên jin ên li Tehranê nerazîbûn nîşanî darvekirina ciwanên Kurd da

Girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Evîn a Tehranê nerazîbûn nîşanî darvekirina Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar û Loqman Muradî dan û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Rejîma Îranê 3 ciwanên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar û Loqman Muradî bi dar ve kir. Nerazîbûnên li dijî darvekirina ciwanên Kurd didomin. Girtiyên siyasî yên jin ên Kurd yên li girtîgeha Evîn a Tehranê Nergîz Mûhammedî, Nesrîn Sîtûdê, Gûlrox Îbrahîm, Meryen Ekberî Mûnferîd, Atêna DAîmî, Azîta RAfîzade, Nîgîn Qedemiyan bi nameyekê nerazîbûn nîşanî darvekirinê dan.

‘ZAROKÊN WEK SEMBOLA BERXWEDANÊ NE’

Di nameye de ku ji bo şermezarkirina darvekirinê û ji bo malbatê hatî nivîsîn, hate gotin: ‘’Ji bo tişta ku bi serê we hatî em ê çi bibêjin nizanin. Hûn zarên  mîratgirê dîrokê ne û sembola wêrekî, berxwedan û azadiyê ne, her demê hûn ê bijîn. Navê we weke stêrikên li ezman wê tim biçirise. Berxwedana we weke albeya  Qur’anê ye, ji bo wan kesên ku dixwazin di rêya azadiyê de bi rê ve biçin. Em sersaxiyê didine malbatên Zanyar, Luqman û Ramîn, em hêvî dikin ku ev ê êşa me ya dawî be. Em dixwazin diyar bikin ku em li cem gelê xwe ne ku êşa van rojên giran dijîn, em jî heman êşê dijîn. Ev êş her wiha êşa me ya ku hevrêyên wan hatine darvekirin.’’