JIN
Hemû Nûçe
-
Li Serêkaniyê jina bi navê Ozge Y. hate kuştin
Li navçeya Serêkanî ya Rihayê jina bi navê Ozge Y. ji hêla hevjînê wê ve hate qetilkirin. -
Li Baglarê jin li dijî tecrîdê meşiyan
Li navçeya Baglarê jin ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Di meha Adarê de 27 jin hatin qetilkirin
Platforma Em ê Cînayetên li ser Jinan Rawestînin diyar kir ku di meha Adarê de 27 jin hatine qetilkirin. -
Ji ber cezayê kelepçeya elektronîk di malê de girtî ne
Di 20’ê Adarê de 11 jin li Amedê hatibûn destgîrkirin û cezayê kelepçeya elektronîk li wan hatibû birîn. Yek ji van jinan jî Hevseroka Navçeya Sûrê ya HDP’ê Sevîm Coşkûn e. Coşkûn diyar kir ku dewlet bi van zextan dixwaze pêşiya têkoşîna jinan bigire. -
Rewşa Kîbriye Evren, Evîn Kaya û Hîlal Olmez giran dibe
Rojnamevan Kîbriye Evren a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye dema dikuxe xwîn davêje. -
Parlamentoya Urdunê zewaca temenê biçûk erê kir
Parlementoya Urdunê pêşnûmeya zewaca temenê biçûk li ser erêkirina dadger a zewaca temenê navbera 16-18’an a zarokên keç erê kir. -
Dayikên Aştiyê: Divê her kes têkevin nav hewldanan
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê dan û bang li her kesî kirin ku bila têkevin nav hewldanan. -
Jinên Fransiz ên anarşîst alîkarî ji gundê Jinwar re şandin
Jinên endamên Azadîxwazên Alternatîv ( Alternative Libertaire - AL ) ku navenda wê li Parîsê, alîkariya diravî dane gundê Jinwarê ya li Rojava. -
Çalakgerên jin êşkence û girtin şermezar kirin
118 çalakgerên ji rêxistinên jinan ên li welatên ku nifûsa wan piranî Misilman in, nameyek ji lîderên 48 welatan re şandin û zext, êşkence û girtina ku li dijî mûxalîfan tên kirin şermezar kirin. -
Li kolanên Swîsreyê 7 hezar pankart hatin hildan: Bibin deng
Çalakiya Jinên Swîsreyî ya ‘7 hezar pankart’ ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê destpê kir. Jinên ku li kolanên Swîsreyê bi pankartan balê dikişînin ser grevên birçîbûnê peyamên ‘Dengên berxwedan bibihîsin’ dan. -
Dayikên Şemiyê ji bo Talat Turkoglû li hev civiyan
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Serokê demê yê Partiya Karker Talat Turkoglû pirsin ê ku 1’ê Nîsana 1996’an hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin. -
Delal Nurhak: Gel bersiv da faşîzmê
Endama Koordînasyona PAJK'ê Delal Nurhak têkilî hilbijartinên xwecih axivî û got, ''Li dijî êrîşên faşîst gelê me 31'ê Adarê bi çûna ser sindoqan bersiva hewce dane faşîzma AKP-MHP'ê'. -
Li Stockholmê ji bo jinên li Îranê çalakî hate lidarxistin
Li Stockholmê, tundiya li Îranê li jinan tê kirin hate şermezarkirin. Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin. -
Ji bo 7 hezar berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiya "7000 pankart"
Jinên Swîsreyî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, amadekariyên xwe yên ji bo çalakiya 7000 pankart a 6'ê Nîsanê didomînin. Jinan ji bo çalakiyê bang kirin û gotin, "Em bi hev re dikarin dawî li bêdengiyê bînin." -
Jinên lîstikvan bang kirin: Bê ku direng bibin bikevin tevgerê
Lîga Hiqûqî ya Jinan a Navneteweyî (LÎDF) bi armanca piştevaniya bi parlementer Leyla Guven re daxuyaniyek dan, daxwaz kirin ku bê ku bibe direng bikevin tevgerê. -
Newaya Jin bû 15 salî
Rojnameya Newaya Jin ku Nîsana 2005’an li Ewropayê dest bi weşanê kirî, 14 salên xwe yên weşanê dagirt û bû 15 salî. -
YPJ: Rojbûna Rêber Apo rojbûn jina azad
Fermandariya Giştî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo bûyina Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da, 4'ê Nîsan bûyina Ocalan û damezirîna YPJ'ê li gelê Kurd, li mirovahiyê, li jinan û dayikan pîroz kir. -
KJK: Rojbûna me pîroz be
KJK'ê bûyina Ocalan pîroz kir û got, ''Em dibêjin roja bûyinê ya Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk bûyina bi azadî ya jinan e. Bûyina me pîroz be''. -
YJA-Star: Berxwedan wê faşîzmê hilweşîne, tecrîdê bişkîne
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ji bo 4’ê Nîsanê daxuyanî da û got; “Em soza xwe ya parçekirina tecrîda Îmralî û li Kurdistana azad bi Rêbertiyek Azad re jiyan kirin û têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin, nû dikin.” -
KJK: Faşîzma AKP'ê derbeke giran xwar, em têkoşînê geş bikin
KJK'ê got AK-MHP ji bin ve hejijiye û domand, ''Têkşikandina faşîzma AKP'ê serkeftina hêzên azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyê û hêzên demokrasiyê, ya tevgera azadiya Kurd û jinan e.'' -
Newaya Jinê bi manşêta ''Ê ku mohra xwe li Şoreşê dane'' derket
Ronameya jinan a mehane Newaya Jinê bi manşêta ''Ên ku mohra xwe li şoreşê dane'' darket. -
Nameya Leyla Guven li PE'yê hate xwendin
Di konferansekê de ya ku Komîsyona Mafê Jinan û Wekheviya Zayendî ya Parlamentoya Ewropayê hazir kirî, peyama Leyla Guven hate xwendin. -
Wekîlên HDP’ê serdana Guvenê kirin
Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Tulay Hatîmogûllarî serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin, ku ev 146 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. -
Li Troyesê panela li ser 'tundiya li jinê'
Li bajarê Troyes ê Fransayê, li ser mijara tundiya li dijî jinê panelek pêk hat. -
TJK-E: Em tevlî çalakiyên li Strasboûrgê û Berlînê bibin
TJK-E'yê bang kir ku Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropayê û ya li ber Parlamentoya Federal a Berlînê bibin ku 1'ê Nîsanê wê dest pê bike.