Nameya Leyla Guven li PE'yê hate xwendin

Di konferansekê de ya ku Komîsyona Mafê Jinan û Wekheviya Zayendî ya Parlamentoya Ewropayê hazir kirî, peyama Leyla Guven hate xwendin.

Di konferansê de Wekîla HDP'ê ya Izmîrê Serpîl Kemalbay, parlamentera berê Besîm Konca jî hazir bûn.

Di konferansê de Serpîl Kemalbay got ew li Tirkiyê li dijî rejîma ku pir otorîter bûyî têkoşîneke xurt ikin.

KEMALBAY: JI BO AŞTIYÊ Û ÇARESERIYÊ DIVÊ TECRÎD BIQEDE

Kemalbay di vê têkoşînê bal kişande ser rola pêşeng a jinan û Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 146 roj in di greva birçîbûnê de bi bîr xist. Kemalbay got ji bo meseleya Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe behsa girîngiya rabûna tecrîda li ser Ocalan kir û bi bîr xist ku ji 1'ê Adarê ve li zindanên Kurdistanê û Tİrkiyê ji 5 hezaran zêdetir di greva birçîbûnê de ne û her wiha di greva birçîbûnê bal kişande ser çalakgerên jin ên girtî.

Kemalbay got, Leyla Guven naxwaze ji girtîgehan tabût derkeve, dixwaze li Tİrkiyê dawî li nehiqûqiyê were û ji bo we namyek şandiye.

Nameya Leyla Guven hate xwendin. Guven di nameyê de bal kişande ser bêdengiya saziyên navnetewî yên pêwendîdar û got, ''Bahwer bikin, bi hemû hêza xwe em li dijî tecrîdê têdikoşin.''

Guven diyar kir bi sedemên trajî-komîk bi hezaran mirovan li girtîgehan ketine greva birçîbûnê û got, ''Ji bilî grevên birçîbûnê min rêbazeke dî, ku bikaribim xwe vebêjim nedît.''

GUVEN: MÎNA BOBBY SAND EZ HAZIR IM KU JIYANA XWE BIDIM

Guven got divê civaka navnetewî guh bide daxwaan, li ser rewşa xwe agahî da û got, mîna Bobby Sands ê Îrlandî ku 1981'an piştî 66 rojan a greva birçîbûnê jiyana xwe dest dayî, ew jî amade ye ku jiyana xwe bide.

Guven diyar kir li tevahiya cîhanê hevgirtina jinan heye, ev hêzê didiyê û xwest ku ev hevgirtin bêhtir were geşkirin.

JIN WÊ CÎHANEKE DÎ AVA BIKIN

Guven diyar kir rewşa wê û hevalên wê ketiye ber rewşeke krîtîk, bang li hemû jinan kir û got, ''Li dijî pergala baziksalar a global em bi hev re dikarin têbikoşin.''

Guven her wiha diyar kir ew bawer dike ku ew dikarin cîhaneke dî ava bikin û got, ''Ez bawer dikim ku ev ê bi dest jinan were avakirin.''

FORENZA: EM DEYNDARÊ JINÊN KURDAN IN

Wekîla Italî Eleonor Forenza jî bal kişande ser daxwaze çalakgerên greva birçîbûnê û got, ew li bara jinên Kurd xwe deyndar dibîne, ji jinên Kurd hîn bûne ku dîsa li ser siyasetê bifikirin û domand, ''Biya min em deyndar in. Em bi desteka ji bo Leyla Guven dikarin deynê xwe bidin.''

BJORK: EV TÊKOŞÎN JI BO AŞITIYÊ YE, LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE

Ji Partiya Çep a Swêdê parlamentera PE Malîn Bjork diyar kir ku ev têkoşîn heman demê ji bo aşitî û li dijî faşîzma Erdogan e û got, ji bo Leyla Guven û hevalên wê pêdivî bi Tirkiyeyeke demorkatîk heye û slav ji Leyla Guven re şand.


WARD: EGER EM BI HEVRE BIN DIBE KU HINEK TIŞTAN BIGÛHERÎNIN

Parlamentera Îngîlîz Jûlîe Ward jî got; “Dema ku em bihevre bin dibe ku hinek tiştan biguherînin.” Ward got divê komîsyona bi her rêbazî bikeve nava tevgerê.

KEMALBAY: DIVÊ PE DELEGASYONEKÊ BIŞÎNE

Piştî axaftinan dîsan Kemalbay mafê axaftinê girt û got ev şêweyek yê piştevaniyê ye û gelek girîng e.
Kemalbay spasiya Margaret Owen a 85’ê ku li Îngîltereyê kete greva birçîbûnê, kir. Kemalbay got divê PE delegasyonekê bişîne û ji bo ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) rola xwe bileyze xezt lê were kirin.