Jinên Fransiz ên anarşîst alîkarî ji gundê Jinwar re şandin

Jinên endamên Azadîxwazên Alternatîv ( Alternative Libertaire - AL ) ku navenda wê li Parîsê, alîkariya diravî dane gundê Jinwarê ya li Rojava.

Jinên endamên Aadîxwazên Alternatîf ji bo ku piştevaniyê li gund bikin çekek şandin Jinwarê.

Hazal Karakuş, aktivîsta TJK-E'yê, ku ji bo navenda jinên anarşîst hate vexwendin, bi dirêjî behsa armanca Jinwarê kir û go bê ka çawa dixebite.

GUNDÊ JINWARÊ

Karakuş çeka ku ji bo Jinwarê de danê qebûl kir û li ser navê jinên Jinwarê, malavayî li AL'yê kir.

Projeya Jinwarê 2016'an, li Rojava bi starta avakirina saziyên jinan dest pê kiribû. Saziyên jinan, bala xwe ji dabû qadên jiyanê yên ku ji dîrokê ve hatine û mînakên gundên jinan, piştî civaîna bi muhendisan re dest bi xebata avakirina gund kiribû.

10'ê Adara 2017'an hîmê gund hate daîn. Avakirina Jinwarê 2018'an qediya, 25'ê Mijdara 2018'an vebû.

Li gundê jinan Jinwarê hemû mal kerpîçî ne, li gund, 30 mal, dibistaneke bi navVê Dayika Uveyş, Akademiya Jinwarê, navendeke tendiristiyê, firin û dikanek heye.

AZADÎXWAZÊN ALTERNATÎF

Azadîxwazên Alternatîf, rêxistineke anarşîst a  Fransiz e, ku, bêyî hebûna çînan û dewletan, ji bo avakirina civakeke komunîst a azadîxwaz, xwerêveberiya aborî û parvekirina hilberîna bi plan li Fransaz û Belçîkayê hatiye avakirin.