TJK-E: Em tevlî çalakiyên li Strasboûrgê û Berlînê bibin

TJK-E'yê bang kir ku Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropayê û ya li ber Parlamentoya Federal a Berlînê bibin ku 1'ê Nîsanê wê dest pê bike.

Tevgera  Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkilî çalakiya ku wê  li Strasboûrgê û Berlînê were kirin bi daxuyaniyekê banga tevlêbûnê kir.


Di daxuyaniyê de hate gotin pergala êşkenceyê ya li Imraliyê û tecrîda mitleq ne tenê li ser kesekî li ser hemû civakê tê danîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan her wiha li ser hemû gelê Kurd e û tecrîd binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin di serî de Konseya Ewropayê û CPT, saziyên Ewropî bi bêdengiya xwe dibin hevkarê vî sûcî, bêdengiya li bara vê berxwedana mafdar, qebûlkirina tecrîd û faşîzmê ye.

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin heta ku encam were standin berxwedana greva birçîbûnê û çalakiyên li dora berxwedana greva birçîbûnê wê bidome.

TJK-E'yê got, ji bo ku daxwazên sereke yên berxwedêrên greva birçîbûnê bi cih werin, ji bo ku CPT û Konseya Ewropayê tevbigerin ji 1'ê Nîsanê û pê de li Strasborûgê li ber Konseya Ewropayê û li Berlînê li ber Parlamentoya Federal wê çalakiya rûniştinê ya girseyî û greva birçîbûnê were kirin û wiha bibin degnê berxwedêrên greva birçîbûnê, bang li Konseya Ewropayê û CPT'yê dikin ku bi peywira xwe rabin û çalakiya wan heta ku encamê bigire wê bidome.

Bi berdewamî hate gotin grevên birçîbûnê hatine ber rewşeke krîtîk, divê her kes bi rihê seferberiyê tevbigere û bi taybetî ji jinên Kurd, ji gelê Kurd hate xwestin ku 1'ê Nîsanê her kes li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê û li ber Parlamentoya Federal a Berlînê hazir bin û tevlî çalakiya rûniştê û greva birçîbûnê bibin.