Jinên lîstikvan bang kirin: Bê ku direng bibin bikevin tevgerê

Lîga Hiqûqî ya Jinan a Navneteweyî (LÎDF) bi armanca piştevaniya bi parlementer Leyla Guven re daxuyaniyek dan, daxwaz kirin ku bê ku bibe direng bikevin tevgerê.

LÎFD a navenda wê li paytexta Frnasa Parîsê ye ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya bi sernavê ‘Piştevaniya Leyla Guven a Parlementera Kurd bikin’ ev tişt hate gotin: “Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîda gian a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindana Amedê dest bi grevê kir û çalakiya wê 147 roj in dewam dike. Her roja diçe tenduristiya Guven giran dibe. Piştî çalakiya Guven li zindanan û gel destek dan û piştgirî mezin bû.

Em dibînin li her derê çi di warê siyasî û çi jî di warê civakî de jinên HDP’yî bûne hedefa rejîma Erdogan bi taybet jî hilbijarên HDP’ê. Di rewşa heyî de 7 hezar girtî di grevê de ne. Di nava van de Hevseroka DBP’ê Sabahat Tuncel, Parlementera HDP’ê Selma Irmak, Muhabbet Kurt û Hulya Gerçek jî di nav de bi sedan jinên Kurd hene.

Rejîma AKP’ê di serî de jin kirin hedef û heta komele, malên jinan, Ajansa Nûçeyan a Jin (JIN-HA) û kooperatîfên jinan jî di nav de 9 hezaran zêdetin jin û 2 hezar û 800 zarok di girtîgehê de ne.

Li dijî tecrîdê li girtîgehan ji roja yekem û vir ve 4 jê jin 6 girtiyên siyasî ji bo protestokirina tecrîdê bi çalakiyên canbexşane jiyana xwe ji dest dane. Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Yonca Akiçi û mirovên din ji bo jiyana bi rûmet û azad canê xwe bexşandin.

Bê ku direng bikeve divê bikevin tevgerê. Ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafê mirovan. Bê ku direng bibe divê saziyên navneteweyî dengên Leyla Guven bibihîsin.”