Li Stockholmê ji bo jinên li Îranê çalakî hate lidarxistin

Li Stockholmê, tundiya li Îranê li jinan tê kirin hate şermezarkirin. Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Tundiya mêr û dewletê ya li Îranê li dijî jinê tê kirin, li paytexta Swêd Stockholmê doh bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Çalakî li ber stasyona metro ya navendî ya li navenda bajêr pêk hat û Kurdistaniyan tevî dostên xwe tundiya li jinê şermezar kirin. Di çalakiyê de piştgirî ji Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê re jî hate dayin.

Çalakgeran li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê, tundiya li jinan û greva birçîbûnê ya li girtîgehên li Tirkiyeyê agahî ji raya giştî re hate dayin.

Ji çalakgeran Sulud Huseynî ji ANF'ê re axivî û diyar kir, tundiya li jinan a li Îranê zêde bûye û ji bo şîdetê û êşkenceya li girtîgehan şermrezar bikin wan çalakî kirine.

Huseynî got, girîng e êşkenceya li girtiyên jin ên li Îranê tê kirin û kuştina jinan li Îranê bikeve rojeva raya giştî ya dinyayê û diyar kir, "Em; jinên ji Rojhilatê Kurdistanê her wiha rojbûna Rêberê xwe Abdullah Ocalan pîroz dikin û piştgiriyê didin Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne."