Newaya Jinê bi manşêta ''Ê ku mohra xwe li Şoreşê dane'' derket

Ronameya jinan a mehane Newaya Jinê bi manşêta ''Ên ku mohra xwe li şoreşê dane'' darket.

Di rojnameyê de li ser mijarên 8'ê Adarê, Newroza 2019'an, grevên birçîbûnê û 4'ê Nîsanê hatiye sekinandin, nivîsên analîzî yên têkilî hunerê, tevlîheviya sosyolojîk a ku DAÎŞ bûye sedema, li ser Başûr û akademiyên civakîparêz hene.

Di rojnmaeyê de sosyolog Nazan Ustundang analîza 8'ê Adarê ya 2019'an kiriye, Dîlan Bozan jî bala xwe daya ser çalakiyên 8'ê Adarê yên Amerîkaya Latîn, bi taybetî yên Arjantînê û daxwazên ku derketine pêş.

Rojda Yildirim pîrozbahiya Newrozê ji xwe re kiriye mijar û Gonul Kaya 4'ê Nîsanê şîrove kiriye, ku Kurd vê rojê ji bo xwe weke bûyina 3'yan dibînin, Kaya balê dikişîne ser pergala tecrîdê ya li Imraliyê û dibêje, Ocalan di vê zemîna giran a zindanê de evîna li azadiyê mezin dike, di fikir, vîn, hîsan de bûyina xwe dike û digihije heqîqetê.

Nurgul Başaran ku ji 17'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye bi nivîsa xwe ya dikê Leyla Guven û hemû çalakgeran dibêje û daxwazên wan tîne ser ziman. Aktivîsta TJK-E'yê Şukran Sîncar jî li ser ''Polîtîkayên qirkirinê'' disekine.

Medya Doz bi nivîsa xwe rastiya jinê ku çeteyên DAÎŞ'ê ava kiriye û dibêje DAÎŞ bi dagirkeriya li ser jinan û xakê, kîmyaya civakê hatiye xirakirin.

Di surmanşêtê de hevpeyvîna bi Zehra Dogan re heye, Bêrîtan Zagros behsa mêtingeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê kiriye,.

Her wiha di rojnameyê nivîsên Çarçel Engîzek, Evîn Zîlan, Zerya Gul, Feleknas Ucan, Bêrîtan Nisêbîn, Fîdan Yildirim Berjîn  Têkoşer hene.